Li Girtîgeha Kurkçulerê greva birçîbûne

  • 13:15 31 Gulan 2022
  • Rojane
EDENE – Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê girtiyên siyasî ji bo bale kişinîn ser binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin û grev dê 2 rojan bidome.
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan roj bi roj zêde dibin. Yek ji wan girtîgehan Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê ye. Girtiyên ku bi malbatên xwe re axivîn diyar kirin ku dê li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê bikin. 
 
Girtiyên ku bi rêya malbatên xwe bal kişandin ser rewşa girtîgehê gotin: "Xwarina pir xirab didin. Ji ber ku lêgerîna bi detay qebûl nakin wan nabin nexweşxaneyê. Her wiha rojname û kovar jî nadin girtiyan."
 
Girtiyên ku ji bo balê bikişînin binpêkirina mafan, dê di 1'ê hezîranê de dest bi grevê bikin û dê 2'yê hezîranê de jî greva xwe bi dawî bikin. 
 
Malbatên girtiyan jî banga hişyariyê kirin.