Rojnameger Benedetta Argentîerî: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e

  • 09:01 31 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL- Rojnameger û derhênera Îtalyan Benedetta Argentîerî ku yek ji kesên îmze avêtiye nameya vekirî ya li dijî şerê Tirkiyeyê, ku ji NY’ê re hatiye şandin û diyar kir ku li dijî şerê Tirkiye dimeşîne bêdengî heye û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngava yekem a çareseriyê ye.
 
 Êrîşên bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê ku di 17’ê Nîsanê de  li hember Herêma Federal a Kurdistanê  li herêma Zap, Avaşîn û Metîna hatin destpêkirin ev meheke zêdetir e didome û li dijî şer ji her alî bertek tê nîşandan. Êrîş bi hevkariya hikûmeta Iraqê li Şengal, Mexmur û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatibû destpêkirin. Li dijî siyaseta şer a AKP-MHP’ê ji DYA, Rûsya, Ingîlîstan, Fransa, Almanyaye bertekek nehat nîşandan û NY’ê jî rola xwe nelîst.
 
Ji jinan nameya vekirî
 
Bi pêşengiya Kongreya Star gelek rojnameger, nivîskar, rêxistinên jinan li dijî şer nameyeke vekirî şandin ji Sekreterya Giştî ya NY’ê re û Rêxistina Jinan. Jinên navdar yên cîhanê yên wekê Judîth Butler, Sîlvîa Federîcî û Angela Davî jî îmze avêtin nameyê û balkişandin ser êrîşan û gotin ev êrîş nikarin bên qebûlkirin. Jinan gotin ew bêdengiya NY’ê qebûl nakin û divê mekanîzmayên li dijî vî şerî bikin jiyanê.
 
 Rojnameger û derhênera Îtalyan Benedetta Argentîerî ku îmze avêt nameyê û sala borî di ‘Keştiya Azadiyê’ ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girt, der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Hedefa esas a operasyonan Kurd in’
 
Benedetta daxuyakirin ku ev şer li dijî Gelê Kurd û gelên herêmê ye û wiha dirêjî dayê: “Fêmkirin û diyarkirina vê gelek girîng e. Ger ku ev neyê fêmkirin sûcên dewleta Tirk jî nayên fêmkirin.  Ji ber ku kesekî ji Sîncar an jî Mexmurê demek cuda de li cihekî bi SÎHA’yên Tirk bihata qetilkirin ev tiştekî gelek bi xof tê dîtin. Bêguman hedefa van êrîşan kurd in. Tirkiye Rojhilateke aştiyane naxwaze. Berovajî vê dixwaze.”
 
Tayyîp Erdogan li pey serkeftinê ye
 
Benedetta bi lêv kir ku serokomarTayyîp Erdogan beriya hilbijartinên giştî dixwaze bi şer bigihêje serkeftinê û wiha da zanîn: “Li welat krîza aborî têk çûye, TL li dijî dolar ji sedî 44 nirx winda kir. Enflasyon ji sedî 77 e. Erdogan ji bo vê têkçûnê veşêre berê her kesî daye şer.”
 
Naskirina têkoşîna azadiya kurd
 
Benedetta destnîşan kir ku ji 2014’an heta niha ji nêz ve bi tevgera azadiya kurd re eleqeder dibe û lê zêde ne xwedî agahî bûye û ev nirxandin kir: “Piştî çûm Rojava bûm xwedî derfetên ku agahiyan bidest bixim.Ez li dijî têkoşîna azadiya kurd heyran mam. Rexnekirina modernîteya kapîtalîst û ya herî girîng jî alternatîfa Konfederalîzma Demokratîk ya ji bo hemû cîhanê hatiye pêşniyarkirin bala min kişand.”
 
‘Tirkiye sîvîlan qetil dike, çekên qedexe bi kar tîne’
 
Benedetta wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye li hember herêma Federal a Kudistanê çekên kîmyewî bi kar tîne û rayagiştî ya navneteweyî li dijî vê bêdeng e. Li gorî welatan standartên cuda pêk tên. Tiştên li Kurdistanê tên jiyîn ji bûyerên li Ukraynayê cudatir nîn in. Tirkiye welatên din dagir dike û gelên herêmê tune dike. Wek Rûsyayê, Tirk jî sivîlan qetil dike û çekên qedexe bi kar tîne. Tirkiye hem krîza penaberan û hem jî cihê xwe yê wek endamtiya NATO bi kar tîne û ji ber vê kes mudaxale nake.  Rayagiştî ya cîhanê jî dûrû nêz dibe.”
 
Tecrîda Îmraliyê dijmirovahiye
 
Benedetta balkişand ser tecrîda giran a 23 sal e li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandinê û di vê mijarê de jî wiha bertek nîşanda: “Tecrîd her diçe giran dibe. Demek dirêj kesek di bin tecrîdê girtin dijmirovî ye.  Ev rewş di Xala 7’emîn a Rêbazên Standardê Asgarî ya NY’ê ya Der barê Pêkanînên li Hember Girtiyan de wek îşkence tê venasîn. Abdullah Ocalan di 20 salan de bi dehan carî banga hevdîtinên aştiyê kir, agirbest kir. Lê AKP çareseriyê naxwaze berovajî vê şer dike. Êrîş dike. Ev mirov dike fikaran.  Hikûmet 59 şaredaryên HDP’ê bi riya şîdetê girt.”
 
Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e
 
Benedetta di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Êrîşên li hember kurdan qirkirin e. Daxwaza AKP’ê ya wek çareseriyê tune ye. AKP şerekî îdeolojîk dimeşîne. Bi her kesên azadî û demokrasiyê dixwazin re şer dixwazin. Demek berê Fînlandiya û Swêdê xwest bibe endamê NATO'yê lê ji wan dewletan hat xwestin ku aktîvîstên kurd bên teslîmkirin.  Ji 2016’an heta niha ji 10 hezarî zêdetir endam û rêveberên HDP’ê girtî ne. Riya çareseriyê azadiya Abdullah Ocalan e. Divê pergala demokratîk a nû bê parastin û piştgirî bê dayîn.”