20 xwendekar hatin berdan

  • 16:06 30 Gulan 2022
  • Rojane
 
DÊRSIM - Li Dêrsimê, 20 xwendekarên ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê dabû destpêkirin de di 28'ê gulanê de polîsan li bajar bi ser gelek malan de girtibûn û 20 xwendekarî binçav kiribûn. Xwendekarên hatibûn binçavkirin hat berdan. Ji xwendekaran 16 jî piştî îfadeyên xwe yên li emniyetê 4 jê jî li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.