'Tu rewabûneke Doza Kobanê tuneye'

  • 16:04 30 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê Doza Kobanê de, li gelek bajarên herêmê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku ji bo gelan û di hêla hiqûqî de tu rewabûneke vê dozê nîne.
 
Di Doza Kobanê de danişîna 13’emîn îro li Enqereyê hate dîtin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên gelek bajaran têkildarî dozê daxuyanî dan.
 
Di vê çarçoveyê de rêxistinên HDP’ê yên Mêrdîn û navçeyên wê yên Artuklu, Qoser, Nisêbîn, Mîdyad, Stewr, Dêrik, Kerboran, Şemrex û Mehsertê, her wiha li bajarên wekî Mêrsîn, Îzmîr, Mugla, Riha û navçeyên wê daxuyanî hatin dayîn. Ji parlamenterên HDP’ê heta hevserokên bajêr navçeyan, ji welatiyan heta nûnerên gelek rêxistinên civakên sivîl beşdarî daxuyaniyan bûn.
 
 Di daxuyaniyan de beşdaran pankartên "Doza Kompasê ya Kobanê li dijî hemû parastvanên ku jiyaneke wekhev, adilane û hevpar dixwazin hatiye vekirin”, “Êriş û gef nikarin me têk bibin” hatin vekirin û beşdaran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî berxwedana gelan” hatin berzkirin.
 
Di çalakiyan de beşdaran da zanîn ku hemû delîl û şahidên di Doza Kobanê de li mitbaxa faşîzmê ya AKP-MHP’ê hatine amadekirin û tu eleqeya wan bi rastiyê re nîne. Hat diyar kirin ku ji bo gelan û di hêla hiqûqî de tu rewabûneke vê dozê nîne, Kobanê neket lê AKP-MHP-DAIŞ têk çû û dê niha jî bi têkoşîna xwe hevalên xwe azad bikin.