Li Swîsre û Elmanyayê Meşa Dirêj a ciwanan

  • 14:37 30 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a ciwanan li Swîsreyê dest pê kir û li Elmanyayê jî 2 roj in didome. Ciwanên kurd bi dirûşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" li dijî êrişan derdikevin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi dirûşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" Meşa Dirêj hat destpê kirin. Li Elmanyayê ciwan 2 roj in dimeşin û li Swîsreyê jî îro meş dest pê kir. 
 
Meşa li Elmanyayê di roja 2'yan de didome 
 
Meşa Dirêj a li Elmanyayê ku bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN li dijî êrişên Dewleta Tirk tê lidarxistin, di roja duyemîn de li Essenê dewam dike. Ciwan serê sibehê li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Essenê li hev civiyan û bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna pakrewanên şoreşê dest bi roja duyemîn a meşê kirin.
 
Çalakgeran bi pankartên "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" û "Defend Kurdistan" dest bi meşê kirin û ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşm qîriyan. Meş li Essenê dewam dike. Di roja sêyemîn de çalakvan wê bimeşin Dûîsbûrgê û di roja çaremîn de jî plan dikin ku xwe bigihînin Dusseldorfê.
 
Li Swîsreyê ciwan dest bi meşê kirin
 
Meşa Dirêj a bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ve tê amadekirin, baskê Swîsreyê li Qada 1'ê Gulanê dest pê kir. 
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Ciwanan bi pankarta bi nivîsa "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" dest bi meşê kirin.