Meşa Dirêj a ciwanan li Yewnanistanê dest pê kir

  • 14:22 30 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişan, bi pêşengiya ciwanan li Yewnanistanê meşeke dirêj hat destpêkirin. Meşa Dirêj ku ji kampa Lavrîo dest pê kir wê heta navenda Atînayê dewam bike.
 
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) di çarçoveya dirûşma "Werin Cenga Azadiyê" de dest bi Meşa Dirêj a ji bo 3 rojan kirin.
 
Bi beşdariya bi sedan kesî meşê ji kampa Lavrîoyê dest pê kir. Girseya gel bi pankartên bi nivîsa "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" û "Defend Kurdistan", posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kir. Di destpêka meşê de rêz hate girtin û daxuyaniyek hate dayin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berxwedana li Avaşîn û Metînayê ji bo azadiya Kurdistanê ye. Li hemberî hêzên komploger û xiyanetê jî berxwedana gerîla wê teqez bi ser keve. Em bang li her beşên civakê dikin ku cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin2.
 
Çalakgeran piştrî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" dest bi meşê kirin.
 
Şêniyên Lavrîo jî bi çepikan piştgirî dan girseya gel. Beşa destpêkê ya meşê wê vê carê li Marco Poûlo bi dawî bibe.
 
Çalakger wê di 31'ê Gulanê de ji Marco Poûlo heta Palanîayê bimeşin û 1'ê Hezîranê jî bigihêjin Atînayê.