3'yemîn Konferansa Neteweyî dê li Qamişloyê pêk bê

  • 10:50 30 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 1'emîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd li Amedê, 2'yemîn konferans li Hewlêrê û dê ya 3'yem jî li Qamişloyê bê lidarxistin. Amadekariyên konferansê hatin destpêkirin. 
 
Di 26'ê nîsana 2010'an de li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) 1'emîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd hat lidarxistin û konferansa 2'yem jî li Hewlêrê di 22'yê gulana 2012'yan de hatibû lidarxistin. Dê konferansa 3'yemî jî li Qamişloyê bê lidarxistin.
 
Di 15'ê gulanê de, bi pêşengiya Kongreya Star li Qamişoyê komcivîna "Şêwra jinên kurd a Rojava" hat lidarxistin. Di komxebata ku bi tevlîbûna nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî pêk hatî de banga li dar xistina 3'yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd hat kirin. Derbarê mijarê de endama Koordînasyona Meclisa Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim ji ajansa ANHA'yê re axivî. 
 
'Şoreşa jinê ji cîhanê re bû mînak'
 
Stêr, bal kişand ser sedemên lidarxistina 3'yemîn konferansê û got: "Li Rojava şoreşa jinê tê meşandin, jinan di hemû aliyan de cih girtin, bi têkoşîna xwe ji bo hemû jinên cîhanê bûn mînak. Niha dewleta Tirk li seranserî Kurdistanê êrişan pêk tîne. Girîng e di zûtirîn dem de ev kongre bê lidarxistin."
 
Stêr, bal kişand ser rola jinan a di avakirina yekitiyê de û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di dîrokê de jin roleke girîng di civakê de lîstiye, ji ber wê me girîng dît em zû kongreyê li dar bixin, da em helwesteke cidî û yekgirtî li dijî êrişan nîşan bidin û jina kurd karibe alîkarî ji bo avakirina yekitiya kurd bide. Ji ber jin li Kurdistanê sembola aştiyê ne. Dîroka Kurd bi têkoşîna jinan dagirtî ye, ji ber wê helwesta jinan bandoreke erênî li seranserî Kurdistanê dike û ji bo li dar xistina kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dê gaveke binirx be."
 
'Li Silêmaniyê şêwira jinan pêk hat'
 
Stêr, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser amadekariyan: "Di 2017'an de amadekariya lidarxistina kongreyê kirine. Bi rêya li dar xistina civîna şêwirê ya jinan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê pêk hat. Her wiha ji bo her parçeyeke Kurdistanê 5 endam, 2 endam jî ji Kongreya Jinên Kurdistanê (KJK) di komîteya amadekar de hatine erkdarkirin. Beriya êrişa dagirkeriyê li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di 2019'an de komîteya amadekar li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo civîn li dar xist. Wê demê ji bo diyalog û nîqaşan der barê li dar xistina kongreya 3'yan, şandeyek ji jinên Rojava berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Ji ber êrişên li ser Rojava lidarxistina kongreyê dereng ket. Lê di civîna şêwirê ya jinên Rojava de biryara zû lidarxistina kongreyê hate dayîn."
 
Stêr Qasim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîstiya Kurdistanê bi vê kongreyê heye, ji ber ku Kurdistan ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrişên qirkirinê tê. Ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdî em zû vê kongreyê li dar bixin."