Li Mîlanoyê nasandina pirtûka 'Jin jiyan azadî'

  • 10:13 30 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka 'Jin jiyan azadî' ya bi Îtalî hatiye wergerandin, li bajarê Mîlanoyê hate nasandin.
 
Pirtûka 'Jin jiyan azadî' ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojiyê ve hate nivîsandin û sala 2020'î hate çapkirin, bi zimanê Îtalî hate wergerandin.
 
Pirtûk li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi civînekê hate nasandin. Civîna danasînê ji aliyê Rete Jin a Îtaliya û Komîteya Jineolojiyê ya Îtalyayê ve hate lidarxistin. Civîna li navenda civakî ya Pîano Terra bi beşdariya gelek jinan pêk hat.
 
Di civînê de li gel danasîna pirtûkê her wiha şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate nirxandin. Di civînê de ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin komkirin.