Ji TSK’ê li hember herêmên Kurd û Ereb êrîşên dijwar

  • 14:20 29 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk li hemer herêmên kurd û Here yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne.
 
Piştî sînyala êrîşa berfireh ya ji aliyê serokomarê Tirkiyeyê  Tayyîp Erdogan ve hat dayîn bi destê TSK’ê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş zêde bûn. Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de hatiye weşandin, Navenda Îrtîbata Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê diyar kiriye ku  Artêşa Tirk vê sibehê li bakurê Mînbîcê navenda gundê Tûxar bi çekên giran bombebaran kiriye.
 
TSK’ê gund gundê Seyade û Yanlilî ya Minbicê jî bombebaran kiribû, 10 topan îsabetê du gunda kiribûn. Her wiha gundê Um Cîlûd yê li bakurê Mînbîcê jî bi çekên giran hatibû bombebarankirin. 
 
Li hember Şerayê êrîş
 
Her wiha gundên Tînîb û Şîwarxe yên girêdayê Şerayê jî di van saetan de tê bombebarankirin. Hat destnîşan kirin ku heta niha 19 gule li gundan ketine û di nav erdên gundiyan de şewat derketiye.