Konferansa diyalogê ya Kurd-Lubnanê dest pê kir

  • 13:12 29 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa diyalogê ya Lubnan-Kurd bi sernavê ‘Ber bi Jiyaneke Hevpar û Hemwelatiya Wekhev ve’ li Beyrûdê, dest pê kir. 
 
Konferansa diyalogê ku bi mebesta xurtkirina têkiliyên di navbera kurd û ereban de tê lidarxistin, li paytexta Lubnanê Beyrûdê bi ser navê ‘Ber bi Jiyaneke Hevpar û Hemwelatiya Wekhev ve’ dest pê kir. Welatiyên Ermenî û Suryanî  jî tevli konferansê bûn.
 
Di konferansê de saziyên weke Navenda Lêkolînan a Lubnanê, Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê, Komeleya Jiyanê ya Jinan, Musawat Werde Bitrus û gelek saziyên din beşdar bûn. Di beşa ewil a konferansê de dê mijarên ‘Dîroka têkiliyên kurd-ereban, hebûna kurdan a li Lubnanê, polîtîkayên mêtingeriyê, destwerdanên herêmî, bandora amûr û zîhniyeta netewe dewletê ya li ser têkiliyên di navbera kurd û ereban de’ bên nîqaşkirin. 
 
Di beşda duyemîn a konferansê de jî ku dê saet di 13.00’an dest pê bike dê ev mijar bên nîqaşkirin: “Yekitiya gelên herêmê ya li hemberî pirsgirêkan, çanda pêkvejiyanê û biratiya gelan, rola bingehîn a jinan a di demokratîkkirina civakê de, çareserî û projeyên weke neteweya demokratîk û hemwelatiya wekhev.”