Berxwedana Gezî di sala 9’an de ye: Desthilatdarî winda kir

  • 09:25 29 Gulan 2022
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Berxwedana Gezî ya li dijî talana ekolojîk û zextan dest pê kir û bi qezencê encam bû, 9 sal di ser de derbas bû. Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Planaziya Bajar a TMMOB’ê Pelîn Pinar Gîrîtlîoglu da zanîn ku berxwedana Gezî bi formên cuda tê meşandin.
 
Berxwedana Gezî di 27’ê Gulana 2013’yan de li Parka Gezî ji aliyê gel ve li dijî polîtîkayên şaş yen deshilatdariyê hat destpêkirin û li her çar alî welat belav bû. Berxwedana Gezî di 9’emîn salvgera xwe de ye. Gel li dijî maşîneyên kar yên ketin Parka Gezî sekinin û dengê xwe bilind bikin. Tevî hemû êrişan li Geziyê gel bûn yek.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Planaziya Bajar a Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Pelîn Pinar Gîrîtlîoglu pêvajoya Berxwedana Gezî û li her çar alî welat belavbûna wê ji ajansa me re nirxand.
 
Gelek neheqiyan Berxwedana Gezî afirand
 
Pelînê da zanîn ku ji ber zextên desthilatdariyê, talankirina hawirdor, krîzên aborî, pirsgirêkên edelet û daxwazên maf berxwedana Gezî derket holê û sedem ne tenê birîna daran bû. Pelînê got ji ber desthiladariyê hiqûq nas nekiriye pêvajoya Gezî dest pê kiriye û wiha vegot: “Desthilatdarî her çû ji gel dûr ket. Ev dûrketin bû sedema ku warên hiş ji holê bên rakirinê. Bi van bûyerên wisa me dît ku pêvajo tûnd bûye. Geziyê ji vê re zemîn ava kir.”
 
Geziyê deng da aştiyê 
 
Pelînê daxuyakirin ku pêvajoya çareseriyê ya aktorê wê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye bi berxwedana Geziyê re wekhev derketiye holê û van pêvajoyan hev xwedî kirine û wiha bi lêv kir: “Geziyê hawirek hevdîtinê afirand. Tişta ku Gezî gîhand serekftinê ev bû ku aliyên cuda hatin gel hev û pêvajoyek siyasî nebû. Di Geziyê de siyaset tunebû. Her kes li wir bû. Vê jî Gezî bir serkeftinê. Hawirek gelek xweş bû.”
 
Rola jinan a di Geziyê de
 
Pelînê balkişand ser rola jinan a di Geziyê de û destnîşan kir ku di berxwedanê de jin her tim di eniya pêş de bûne û wiha dirêjî dayê: “Jin xwedî li xweza, bajar derketin. Piştre di têkoşînên ekolojî û xwezayê de cih girtin. Jinan di Geziyê de rihê têkoşînê nîşanê me da. Jin li wir bûn sîmge.”
 
‘Hûn nikarin Geziyê krîmînalîze bikin’
 
Pelînê her wiha got ku kesên tevli berxwedana Geziyê bûne hatine krîmînalîzekirin û ji welatiyên ku daxwazên demokratîk û rewa anîne ziman re gotine "çapulcu" û ev nirxandin kir: “Vê bi desthilatdariyê tu tiştek neda qezenckirin. Di pêvajoya Geziyê de gel bawerî, rewabûn û demokratîkbûna desthilatdariyê lêpirsîn kir. Di darizandinên ji bo Geziyê hatin kirind e sûcdariya ‘Şîdet û cebîr hatiye bikaranîn û hewl datiye dayîn hikûmet ji holê rabe’ hatiye kirin. Hevalên hatin girtin tu armanca wan ya ku  dewletê hilweşînin tunebû. Hûn nikarin Geziye krîmînalîze bikin. Berxwedana Gezî winda nekir. Bi ser ket. Di encama berxwedana hat dayîn de Gezî hîna li cihê xwe ye. Berxwedana Gezî têk neçû, bi serbilindî destkeftî bidestxistin. Gezî bi ser ket û destilatdariyê jî winda kir. Berxwedêrên Gezî li dijî talanê li cihên cuda wê têkoşîna xwe bidomînin.”