Dayikên Şemiyê: DMME’ê biryara binpêkirinê da lê 28 sal in edalet tune

  • 15:52 28 Gulan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên ku 28 sal in ligel biryara binpêkirinê ya DMME jî aqûbeta wan nehat eşkerekirin, edalet xwestin.
 
Bi mebesta pirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê her hefteyê li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixin. Lê belê ji ber şert û mercên pandemiyê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 896’emîn li ser hesabên xwe yên medyaya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên ku di 18'ê gulana 1994'an de li gundê Beşişt, Dehla Zera ya navçeya Licê ya Amedê di operasyona leşkerî de hatibûn binçavkirin û windakiri pirsîn. 
 
Di çalakiyê de ewil xizmê Îkram û Servet Îpek Azamettîn Îpek mafê axaftinê girt û got: "Di serdegirtina gundê wan de hemû gundî li ber dibistanê hatin komkirin, malên wan hatin şewitandin û pismamên wan jî di nav de 6 ciwan hatin binçavkirin. Ciwan jî wesayîtên ku ji derveyî gund hatî rawestandin hatin siwar kirin. Ciwanan birin tabûra leşkerî ya Licê. Şahidên bûyerê gotin ku heta sibehê îşkence li ciwanan kirine û bi vê îşkenceyê 3 ciwan hatine qetilkirin. Dema malbatên wan çûn tabûrê, leşker paşve şandin û bi gotinên ‘Me kes nebirin, kes neanîn vir’ gef li wan xwarin. Ji malbatan re gotin 'Eger hûn nêzî tabûrê bibin em ê we bişopînin'. Piştre jî daxwazname pêşkêşî gelek saziyan kirin, lê tu kesî ev daxwazname qebûl nekir. Malbatan piştre serî li ÎHD'ê dan. Dosya çû Dadgeha Mafên Mirovan (DMME). Lê Tirkiyê red kir ku operasyonek li dar xistiye."
 
Azamettîn, anî ziman ku DMME’yê piştre Tirkiye sûcdar dît û got ku lêpirsîna ku piştre hatiye vekirin, neşopandiye. Azamettîn her wiha diyar kir ku gorên di çarçoveya lêpirsînê de hatine vekirin, mînakên DNA'yê dane lê tu bersiv negirtine.
 
Piştre parêzerê malbatê Osman Baydemîr mafê axaftinê girt. Osman, diyar kir ku 28 sal in ji 3 ciwanan tu xeber nayê girtin û wiha bi lêv kir: "Dosyaya ku Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo DMME'yê anîbû, biryara binpêkirina herî giran e hatibû dayîn. Tevî vê yekê jî di hiqûqa navxweyî de bi kiryaran re hevdîtin pêk nayên. Tevî biryara DMME jî edalet pêk nehat."
 
Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Karun Yildiz daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 896'an xwend û got: "Malbatê serî li DMME’ê da û DMME’ê biryar da ku Îkram Îpek û Servet Îpek û gundiyê din di bin çavan de hatiye windakirin. Malbatan piştî serî li rayedaran dane jî rayedaran bertek nîşanî malbatan dane. DMME’ê der barê dosyayê de biryara binpêkirina mafan daye û xwestiye ji nûve bên darizandin.  Di ser dosyayê re çend sal derbas bibin bila bibin, em ê ji bo Îkram û Servet Îpek û Seyithan Yolur û hemû windayên din heta dawî li edaletê bigerin. Em ê heta dawî li aqûbeta windayan bigerin û hesap ji kujeran bipirsin.”