Li Girtîgeha Bayburtê înfaza 10 girtiyên jin hatin betalkirin

  • 12:27 28 Gulan 2022
  • Rojane
 
BAYBURT - Ji 17 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê, 10 girtî bi hinceta ku "nizama leşkerî" jimartinê qebûl nekirine, înfazên wan hatin betalkirin. 
 
Li girtîgehên ku roj bi roj binpêkirinên mafan û îşkence lê zêde dibin, "betalkirina înfazê" weke rêbazeke nû ya "îşkenceyê" tê bikaranîn. Rêveberiya girtîgehê ya ku bi biryara Desteya Rêveber û Çavdêriyê girtiyên ku cezayên wan bi dawî bûne bernade û zextan zêde dike, bi betalkirina înfazên girtiyan pergala tecrîdê kûrtir dike.
 
Ji 17 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê, 10 girtî bi hinceta ku "nizama leşkerî" jimartinê qebûl nekirine, înfazên wan hatin betalkirin. 
 
Girtiyan di hevdîtina bi rêya telefonê ya ku bi malbatên xwe re kirin de diyar kirin ku tiştên ku tê kirin ji îşkenceyê zêdetir e û diyar kirin ku ji bo biryarê serî li saziyên pêwîst dane.
 
Înfazên, Delîla Roj Erkmen, Sîbel Kaya, Neslîhan Çetîn, Fecriye Benek, Serfîraz Demîrer, Gurbet Ceylan, Sevda Arcan, Şehrîban Akdere, Ayfer Başlig û Ela Kamiş hatin betalkirin.