Li Dêrsimê 5 kes hatin binçavkirin
- 10:28 28 Gulan 2022
- Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê polîsan bi ser malan de girtin û 5 kes kirin bin çavan.
Di çarçoveya lêpirsîna li Dêrsimê de polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan. Ji 19 kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hebû 5 kes hatin binçavkirin. Kesên ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê.