ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 28 Gulan 2022
  • Rojev
 
* Endama Înîsiyatîfa Edelet û Rêzdariya li Hember Miriyan Antropolog Derya Aydin diyar kir ku êrişên li hember cenaza Aysel Dogan ya li Dêrsîmê û li hember cenaza rojnameger Şîrîn Ebu Akîl ya li Isralê wekhevin û got: “Israîl bi kîjan armancê êrişê cenazeyên Fîlîstiniyan dike, heman tiştî jî Tirkiye li hember cenazeyên kurdan dikin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên ji Gundewarên Tirbesiyê yên ku karê çandiniyê dikin û debera xwe ya rojane dikin bal kişandin ser kar û xebata ku dikin û wiha gotin:"Pêdiviya me bi kirina debarê heye. Ji bo em nebin mixtacê kesekî din em karê xwe bi keda destê xwe dikin. Yekîtî û keda jinê jiyanê xweş dike."BI DÎMEN 
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran 4’emîn Konferansa Jinan a HDP’ê nirxand û wiha got: “Em ê hewl bidin ku Meclîseke Jinan a HDP’ê ku hemû kes xwe tê de hîs dikin ava bikin. Li hember me desthilatdariyek faşîst, zayendperest û olperest hebe jî em dikarin bi hev re ji holê rabikin û ya nû ava bikin. RÊya sêyem, bindest û jin dikarin pêşerojê ava bikin. Divê jin di HDP’ê de cih bigirin.”BI DÎMEN