Medyaya hawiz a PDK'ê ya AKP'ê derbas kir

  • 14:45 27 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya PDK'ê ku êrişa bi SÎHA'yê ya li Bamernê pêk hat û 2 jê zarok 3 kes têde hatin kuştin berovajî kir, çapemeniya AKP'ê derbas kir. Medyaya AKP'ê jî nûçeyên PDK'ê servis kir. 
 
Tirkiye bi hevkariya PDK'ê êrişên xwe yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê didomîne û ji baregehên xwe yên li Herêmê Kurdistanê û SÎHA'yê bombardûmaNê pêk tîne û kesên sivîl dike hedef. Herî dawî duh li gundê Zewê yê bajaroka Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê bi SÎHA'yan 2 jê zarok 3 kes kuşt. Di êrişê de 2 kes jî birîndar bûn. 
 
Şahidan û dîmenan dereweên PDK'ê derxist holê
 
Piştî êrişa li Bamernê Yekîneya Antî Terorê ya girêdayî PDK'ê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal êriş berovajî kir û HPG kir hedef. Piştî demeke kurt şahidên êrişê axivîn û gotin ku êriş ji baregeha Artêşa Tirk pêk hatiye. Her wiha di dîmenan de jî ev yek hat dîtin. 
 
Rûdawê nûçeyên berovajî weşand
 
Çapemeniya PDK'ê piştî êrişê di weşanên xwe de nûçeyên berovajî weşand. Rûdaw ku ya malbata Barzanî ye, bi vî sernavî "Li Amediyê Artêşa Tirk û PKK'ê top avêtin hev: 2 zarokî jiyana xwe ji dest dan" nûçe weşand û êriş berovajî kir. Di heman nûçeyê de Rûdawê angaşt kir ku HPG'ê jî top avêtiye û Artêşa Tirk hewl daye baregeha xwe biparêze. 
 
'Ji bargehê êrişî deverên sivîl kirin'
 
Keyayê gundê Zewê ku êriş lê pêk hat Bîrqî Omer, rexmî ku rastiya bûyerê vegot jî Rûdawê negot ku êriş ji aliyê Artêşa Tirk ve pêk hatiye û keya sansûr kir. Keya Bîrqî, da zanîn ku herêmên Nerwe û Rekanî di bin kontrola Tirkiyeyê de ne û ji êriş ji van herêman pêk hatiye û wiha got: "Dema ku bombardûman pêk hat em bi qasî kîlometreyekê dûrî bargeha Tirkiyeyê bûn û em hatin gund. Ji bargehê êrişî deverên sivîl kirin."
 
Kesê ku xizmê xwe di êrişê de winda kir jî got ku êriş ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê ve pêk hatiye. 
 
'Dewleta tirk zarokên me bombebaran kirin'
 
Di weşana K24'ê de şahidekê êrişê ji nûçegîhanê qenalê re ev tişt got: "Weke ku hûn dibêjin nîne dewleta tirk zarokên me bombebaran kirin."
 
Dîsa qenela PDK'ê K24 jî daxuyaniya Yekîneya Antî Terorê ya bi vî rengî " Di êrişa bi roket a ku terorîstên PKK'ê li bajaroka Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê pêk anîn de 2 welatiyên me şehîd bûn."servîs kir. K24'ê jî mîna Rûdawê negot ku êriş ji aliyê Artêşa Tirk ve pêk hatiye û bi bin nûçeya ku weşand ve bûyereke ku beriya niha pêk hatibû zêde kir. 
 
AA'yê nûçeya K24'ê kopî kir û weşand
 
Ajansa Anadolûyê (AA) jî êrişa ku SÎHA'yên Tirkiyeyê pêk anîn kir sutiyê HPG'ê û angaşt kir ku êriş bi roketê pêk hatiye. AA'yê nûçeya K24'ê kopî kir û weşand. Ev jî derxist holê ku çapemeniya AKP û PDK'ê mîna hev weşanê dikin. 
 
Welatiyan rê ji trafîkê re girtin
 
Welatiyan li Herêma Kurdistanê, êrişa ku Tirkiyeyê bi SÎHA'yê pêk anî şermezar kirin û rêya di navbera Amediyê û Duhokê ji bo demekê ji trafîqê re girtin. 
 
Berê jî du welatî hatibûn kuştin
 
Tirkiyeyê, di 27'ê tîrmeha 2020'î de jî bejahiya Amediyê bombebaran kiribû û welatiyên sivîl ên bi navê Dilovan Şahîn Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed kuştibûn.