'Em ê li hember faşîzm û dagirkeriyê li berxwe bidin'

  • 09:48 27 Gulan 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo 
 
ŞEHBA - Jinên Navçeya Şêrewa ya Efrînê têkildarî toprana dewleta tirk a li ser Şehbayê wiha gotin:"Em dixwazin ku dewleta tirk a dagirker ji axa me derkeve û em vegerin cih û warê xwe. Em ê heya dawiyê li hember dewleta tirk a faşist li ber xwe bidin."
 
Di dîroka 25'ê Gulanê de di seatên êvarê de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi obîsan gudewarên navçeya Şêrewa topbaran kirin. Di encama topbaranên dewleta tirk de, li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrewayê tirimbêlek a sivîlan hat şewitandin, her wiha gelek zirarên madî çêbûn. Jinên bi êrişa topbaranê rû bi rû man û zirarên madî û manewî gihşatin wan ji ajansa me ere axivîn. 
 
'Tirkiye bi hevkariya navneteweyî êrîş dike'
 
Hêvîn Elî ya ji koçberên Efrînê û niha li gundê Aqîbê dimîne derbarê topbaranê de wiha got: "Ev 5 sal in em li vê derê koçber in, lê dewleta tirk rojane bi topên xwe êrîşî me dike. Ne tenê sivîlan topbaran dike her wiha dibistanên zarokan jî dike hedefa xwe. Dewleta tirk êrîşî me dike, lê belê hemû dewletên navneteweyî destên wan di nav sûcan de heye. Ji ber ku heya niha bê deng mane. Rast e em li vê derê rastî topbaranan tên lê belê şerê ku me li Efrînê jiyaye ji vê dijwartir bû, ji ber vê yekê em tu car natirsin û narevin. Banga me ji civaka navneteweyî re heye ku zextê bidin ser Erdogan ku artêş û çeteyên xwe ji axa me derxîne, em vegerin bi aramî li ser axa xwe bijîn."
 
'Em ê li hember faşîzm û dagirkeriyê li berxwe bidin'
 
Rozana Îsa ya ji Efrînê û niha li Aqîbê dimîne û di encama topbaranê de tirimbêla hevjînê wê şewitî, derbarê êrîşan de axivî û wiha anî ziman: "Di saetên êvarê de em li malê xwe bûn, ji nişka ve dengê topbaranê gelek nêz hat. Di encamê de tirimbêla me ya ku me debara jiyana xwe pê dikir, şewitî. Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi ser sivîlan de tîne, ev yek jî sûcekî dermirovî ye. Ji ber vê yekê divê Rêxistina Mafê Mirovan ji bê dengiya xwe derkeve. Bi topbaranên li ser sivîlan, dewleta tirk dixwaze navçeya Şêrewa û Şehbayê vala bike, ji bo ku vê derê bi rihetî dagir bike. Lê bila Erdogan baş zanibe ku berxwedana me li her derê berdewamiya berxwedana 58 rojan e. Em dixwazin ku dewleta tirk a dagirker ji axa me derkeve û em vegerin cih û warê xwe. Em ê heta dawiyê li hember dewleta tirk a faşîst li ber xwe bidin."