Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya Îzmîrê: Bila ev zilm bi dawî bibe

  • 15:00 26 Gulan 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" li ber Edliya Îzmîrê pêk anîn û banga bi dawî kirina zilmê kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê  didome. Malbatên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin 66 roj in di nav çalakiyê de nin. Malbatên girtiyan îro li ber Edliya Bayrakliyê kom bûn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Foçayê, dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz ji bo piştevaniyê tevlî nobetê bûn. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. 
 
Fehîme, di çalakiyê de banga serbestberdana girtiyên nexweş kir û got: "Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da. Li girtîgehan bace tên boyaxkirin ku bila tav nekeve hindûr û her wiha bila girtî ji hevdû nebînin. Girtiyên me jiyana xwe ji dest didin. Li girtîgehan zext û zilm heye. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Fehîme di axaftina xwe de bal kişand ser Siddik Ugur ê ku li Girtîgeha Qubîna Êlihê jiyana xwe ji dest dayî û wiha axivî: "Siddik li girtîgehê şehîd ket. Kesên ku şehîd dikevin zarokên me ne. Em şer naxwazin. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî şer bibin yek û em vê şerî bidin rawestandin. Ji hemû mirinan dewlet berpirs e."
 
Dayika Bayram Kaymaz ê ku li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê girtî ye Medîne Kaymaz jî di çalakiya "Nobeta Edaletê" de axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Êdî bes e. Em dayik in. Em êdî zilmê naxwazin. Diz, mafya, kujer û êrişkar li derve ne, lê kesên ku dibêjin ez kurd im jî li girtîgehê ne. Her tişt hatiye qedexekirin. Bila cenazê li girtîgehan dernekevin."
 
Medîne, di axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevdîtina bi telefonê êdî bûye 4 deqîqe. Em têkoşîna kurdbûnê didin. Girtiyên me û zarokên me vê têkoşînê didin. Ez carek din banga bi dawî kirina zilmê dikim."