Malbatên girtiyan li ber edliyeyê hatin gel hevdu
- 13:47 26 Gulan 2022
- Rojane
WAN - Di çarçoveya "Nobedên Edaletê" de malbatên girtiyan li ber Edliyeya Wanê hatin gel hevdu.
Malbatên girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nexweş in dest bi Nobeda Edaletê kiribûn li ber Edliyeya Wanê hatin gel hevdu. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artemêtê û Dayikên Aştiyê li ber avahiya edliyeyê hatin gel hevdu.
Malbatan biryara qedexeyê ya polîsan şermezar kirin.
Malbat piştre ji ber edliyeyê veqetiya.