ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 26 Gulan 2022
  • Rojev
 
*Dayikên Şemiyê bertek nîşanî binçavkirina Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz û zextên li hember têkoşîna wan dan û diyar kirin ku têkoşîna wan tu car neqedyaye û wê neqede. DÎMEN HEYE
 
*Ji beşa Dîplomasiya Kongreya Starê Pencewîn Elî li ser encamên Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava ku di 15'ê Gulana 2022'yan de li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin nirxandin kir. Pencewînê wiha got:"Ji bo em bikaribin kongreya jinên kurd a neteweyî li dar bixin Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava bû gaveke girîng. Di encama vê civînê de hest û helwesta jinên her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek."
DÎMEN HEYE
 
*Ji jinên siyasetmedar Gulîstan Koçyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd parçeyeke siyaseta qirkirina li hember kurdan e.” Pervîn Tunbul jî got: “Heta serokatî azad nebe em jî ne azad in û divê tecrîd demildest rabe.” DÎMEN HEYE
 
* Siyasetmedara Kurd Cîhan Sîncar bertek nîşanê şerê ku bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin da û got: “Bi sedsalane polîtîkayên şer tên meşandin lê em hîna hene û li vir in. Bi şer Gelê Kurd nikare bê tunekirin. Em ê heta dawî jî li dijî kesên şer dimeşînin berxwe bidin. Divê em li dijî şer dengekî hevpar derxînin.” BI DÎMEN