Êrişeke nû û berfireh li dijî Zapê hat destpêkirin
- 08:55 26 Gulan 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê dewam dikin. Hat diyarkirin ku êrişeke nû û berfireh li dijî Zapê dest pê kiriye.
Êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Tirkiyeyê duh bi şev piştî qadên Girê Cûdî û Girê FM ên herêma Zapê û Girê Hekkarî yê herêma Metînayê bi balafir û helîkopteran bi awayekî zêde bombebaran kir, ji bejahî û hewayî êrişeke nû da destpêkirin.
Hate diyarkirin ku li qadên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hekkariyê şerekî dijwar diqewime.