Girtiyê jiyana xwe ji dest da hat veşartin

  • 08:15 26 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Siddik Ûgûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê hat definkirin. 
 
Li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê girtî Siddik Ûgûr (29) jiyana xwe ji dest da. Rêvebiriya girtîgehê îdia kir ku Ûgûr xwe kuştiye. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê otopsiya cenaze hat kirin. 
 
Malbat ji Şirnexê hat Êlihê û çû nexweşxaneyê. Malbatê li vir cenazeyê Ûgûr wergirt û li Şirnexê veşart. Cenazeyê Siddik ji aliyê rêxistinên navçe û bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên MEBYA-DER'ê ve bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin. 
 
Hat destnîşankirin ku Dadgeha Bilind hefteya borî cezayê muebeda girankirî yê li Siddik hatibû birîn pesend kiriye û piştî pesendkirina ceza rêvebiriya girtîgehê ew xistiye hucreyekê. Hat hînbûn ku dozgeriyê ji ber nebûna wekaletê rapora otopsiyê ya destpêkê nedaye parêzeran, lê ji bo awayê mirinê gotiye "xwe daliqandiye." 
 
Wê şîn li mala malbata Siddik a li Kuçeya Dîcleyê bê danîn.