ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 4 Gulan 2022
  • Rojev
 
*Şênkayiya li çiyayê Geverê ya cur be cur li ser tezgahan cihê xwe girt. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP'ê Serpil Kemalbay têkildarî doza Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin wiha got:"Doza ku hatiye vekirin wekî dozeke ji rêzê û bersûc jî wekî bersûcekî ji rêzê tê bidestgirtin. Lê belê navnîşana siyasî ya Onur Gencer bloka AKP-MHP'ê ye." DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê bi siyaseta şer a  AKP-MHP'ê qeyrana aboriyê kûr dibe. Ji Komisyona Karkeran a ÇHD'ê parêzer Sevgi Evren Koroglu diyar kir ku xerckirina ji bo şer 6 qatî zêde bûye. Her wiha Sevgiyê diyar kir ku ji bo siberoja xwe divê hemû kedkar li dijî şer derkevin. 
DÎMEN HEYE
 
*Dayika yek ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj ku di 19’ê Tebaxa 2021'ê de jiyana xwe jidest dabû, Emîne Bîglerî êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê şermezar kir. Emîne, destnîşan kir ku bila tu kurd rê nedin vî şerî û li dijî vê sînga xwe bikin mertal. DÎMEN HEYE
 
* Li Şirnexê dayikên ku tevlî çalakiya Nobeta Jiyanê bûne bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: “Barzanî bila destên xwe ji ser axa me û zarokên me vekişîne. Em êdî tifaqa bi Barzanî re ne qebûl dikin û ne jî dixwazin. Bila li çar aliyê Kurdistanê gel rabe  ser piyan.” DÎMEN HEYE