Komeke nîjadperest heqaret li zimanê kurdî kirin

  • 13:25 3 Gulan 2022
  • Rojane
 
WAN - Komeke mamosteyên tirk ên nîjadperest, li ber tabeleya ketina navçeya Qereyaziyê bi kurdî li ser “Hûn bi xêr hatin” hatiye nivîsandin wêne kişandin û heqaret kirin. Di serî de xelkê herêmê, demeke kin piştî parvekirina wêne re gelek kesan li ser medyaya civakî bertek nîşan dan. 
 
Mamosteyên ku li Dibistana Seretayî ya navçeya Qereyazi ya Erziromê peywirdar, li pêşiya tabeleya di ketina navçeyê de ku li ser “Hûn bi xêr hatin” hatiye nivîsandin wêneyên nîjadperest kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin. Li ser vê yekê gelek kesan nerazîbûn nîşan dan. Mamosteyên ku li ber tabelayê disekinin, îşaretên bêrêziyê kirin û wêneyê xwe yê ku nivîsa kurdî tê de xuya nake bi vê nivîsê parve kirin: “Li aliyê din ê tabelayê ‘Hûn bi xêr hatin’ hatiye nivîsandin. Lê berteka me ya li dijî wê beşê diyar e.”
 
Di serî de xelkê herêmê, demeke kin piştî parvekirina wêne re gelek kesan li ser medyaya civakî bertek nîşan dan.