Ji DFG'ê di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de rapora binpêkirina mafan

  • 12:18 3 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - DFG'ê bi munasebeta Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyanî da. Di heman demê de rapora binpêkirina mafên rojnamegeran eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku sîteya înternetê ya ajansa me 43 caran hatiye girtin û di mehekê de derbarê 5 rojnamegeran de 29 sal 3 meh cezayê girtîgehê hatiye dayin û derbarê 13 rojnamegeran de doz hatiye vekirin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha nîsanê bi raya giştî re parve kir. DFG’ê di raporê de diyar kir ku îro 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ye û wiha got: "Mixabin di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de em neçar in zext qedexe û sansura ku li ser çapemeniyê berdewam dike bi were parve bikin." 
 
'Li Tirkiyeyê piraniya çapemeniyê di bin kontrola desthilatdariyê de ye'
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), di rapora binpêkirina mafên rojnamegeran de anî ziman ku li welatên ku demokrasî lê tune be, çapemeniya ku rola xwe rast pêk tîne, ji ber rola xwe her tim dibe hedefa desthilatdariyê. DFG’ê destnîşan kir ku wek ji welatê ku her tim dixwaze medyayê têxe bin kontrola xwe Tirkiye ye û wiha cih da raporê: "Li Tirkiyeyê piraniya çapemeniyê di bin kontrola desthilatdariyê de ye. Rojnameger nikarin azad karê xwe bikin. Rojnamegerên ku karê xwe dikin, desthilatdar wan dikin hedefa xwe. Li gorî Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Her roj rojnameger bi astengî û gefan re rû bi rû dimînin. Polîsên ku hêza hikûmetê didin pişt xwe bi hêsanî rojnamegeran binçav dike û li wan dide. Lê li gel vê yekê der barê polîsên ku tundiyê dike de tu lêpirsîn nayên vekirin."
 
Zêdeyî 60 rojnamegeran girtî ne
 
DFG’ê da zanîn ku di meha nîsanê de 50 rojnameger hatin darizandin û wiha li raporê zêde kir: “Niha zêdeyî 60 rojnameger di zindanê de ne. Ji azadiya xwe bêpar in. Hêj qedexe û sansura li ser saziyên çapemeniyê didomin. Mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. RTUK bi cezayê ku dide medyayê wekî ku dixwaze çapemeniyê bêdeng bike ye. Di meha nîsanê de nêzî 10 malperên înternetê hatin astengkirin. 16 nûçe hatin astengkirin. Ajansa JinNews’ê ku li Tirkiyeyê tenê ajansa jinan e, heta niha malpera wan 43 caran hatiye astengkirin. Ev wêneyekî pir tirsnak nîşanî me dide. Em bi tabloyek wisa 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pêşwazî dikin. Li gel van astengiyan em dibînin ku rojnamegerên çapemeniya azad diparêzin hene. Em dibînin ku rojnamegerên bi rûmet hene. Em 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû rojnamegerên ku ji bo çapebeniya azad têdikoşe pîroz dikin.”