Li Ewropayê êrişên li ser Şengalê hatin şermezarkirin

  • 10:27 3 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA  NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê bi banga "Ji bo Şengalê çalakiya lezgîn" kurd û dostên wan derketin qadan û êrişên li ser Şengalê şermezar kirin.
 
Li ser banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinê ya Viyan û AGÎF’ê, Kurdistanî deketin qadan û êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê bi çalakiyan şermezar kirin. Kurdistaniyên li bajarê Kolnê yê Elmanyayê dijîn li ber dêra Dom a navenda bajêr li hev civiyan û êrîşên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema qirkirinê de hatiye kişandin, pankartên "Berxwedana Rojava û Şengalê rûmeta me ye", "Jin jiyan azadî" û "Şefê DAIŞ’ê Erdogan" hatin hilgirtin.
 
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi çalakiyekê êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê hate şermezarkirin.
 
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku êrîşên li ser Şengalê di çarçoveya peymana 9’ê Cotmeha 2020’î de tê kirin û hate gotin ku bi êrîşan dixwazin gelê Şengalê li ser cih û warê xwe koç bikin.
 
Di çalakiyê de bang li hemû Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropayê hate kirin ku xwedî li berxwedana Şengalê derkevin.
 
Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî berxwedana YBŞ û YJŞ'ê", "Bijî biratiya gelan", "Bila hemû dagirker ji Kurdistanê derkevin", "Bila şerê li Kurdistanê bi dawî bibe" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.
 
Li Bîelefeldê li dijî êrişa li ser Şengalê çalakiyek lezgîn hat lidarxistin
 
Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê saziyên Êzîdî û Meclîsa Gel, bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê û xwedîderketina li hêz û xelkê Şengalê çalakiyek lezgîn li dar xistin.
 
Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê bi pêşengiya saziyên Êzîdî û Meclîsa Gel, li dijî êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê di saet 18:00’an de çalakiyek lezgîn li ber HBF’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi domdarî dirûşmên şermezarkirina êrişa li ser Şengalê û piştewaniya bi hêz û xelkê Êzidxanê hatin berzkirin.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî axaftinek hat kirin. Di axaftina hatî kirin de êrîş hatin şermezarkirin û ev bang hat kirin: “Divê her jinek Êzidî li hemberî van êrîşan dengê xwe derxîne.”
 
Piştre Nav-Yek jî êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û ev bang kir: “Divê herkesê ku xwedî wijdan e Şengalê biparêze.”
 
Hevserokê Meclîsa Gel a Bîelefeldê jî bang li Kurdistanî û dostên wê kir ku tevlî meşa navendî ya ku wê roja Şemî 07/05/2022’an li Bîefeldê bê lidarxistin bibin.
 
Di dawiyê de her wiha ciwanên Bîelefeld û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê anîn ziman ku NATO jî piştgiriyê dide vî şerî û divê herkes li gorî vê yekê bi hişyarî tevbigere.
 
Çalakî di saet 19:00’an de bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Berlîn
 
Êrîşa Hikûmeta Iraqê ya bi hevkariya PDK û dewleta tirk li hemberî Şengalê pêk hat li ber Balyozxaneya Iraqê ya Berlînê çalakî hate lidarxistin.
 
Kurdistanî û dostên wê li ser banga “Şengal ne bi tenê ye” ya ji hêla Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Meclîsa Jinên Êzidî, li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Berlînê hatin cem hev. Di çalakiyê de êrîşên li ser Şengalê hat şermezarkirin.
 
Li ser navê Rêxistina Êzidiyan a Navenda Almanyayê NAV-YEK û Meclîsa Jinên Êzidî daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de banga hestyariyê li civaka navneteweyî hate kirin. Hat daxuyandin ku civaka Êzidî bi fermanê re rû bi rû ne û ji YE, NY û PE hat xwestin ku li hemberî vê fermanê bêdeng nemînin.
 
Di daxuyaniyê de fermana 2014’an ya ji hêla DAIŞ’ê pêk hatibû hate bibîranîn û wiha hate gotin: “Hikûmeta Iraqê wexta ku DAIŞ di 2014’an de êrîşî Şengalê kir hûn li kuderê bûn? PDK hûn li ku derê bûn? Ma ne dewleta tirk hevkariya DAIŞ’ê kir? DYA û Koalîsyon jî dema ku DAIŞ êrîş kir tengav bûn. Wê demê tenê PKK û YBŞ’ê civaka Êzidî ji DAIŞ’ê parast.”
 
Di çalakiyê de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana YBŞ”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana dayikên Şengalê”, “Hoch die Internationale Solidaritat” hatin berzkirin.
 
Stuttgart 
 
Gelê Kurd û dostên wê li ser banga Tevgera Jinên Kurd TJK-E û KCDK-E li navenda bajarê Stuttgartê mîtîng lidar xist. Di mîtîngê de êrîşên hêzên Kazimî yên ji bo dagirkirina Şengalê hate şermezarkirin. Di mîtîngê de belavoka KON-MED'ê hate xwendin. 
 
Di axaftinan de peymana di 9’ê cotmeha 2021’ê de ji hêla PDK, Tirkiye û Iraqê ve ji bo êrîşî ser Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin, hate bibîranîn û hat gotin ku bi vê êrîşê tê xwestin ku qirkirina Êzidiyan a ji hêla DAIŞ’ê hatibû destpêkirin bi encam bikin. 
 
Di mîtîngê de xiyaneta malbata Barzanî jî bi tundî hate şermezarkirin. Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
 
Saarbrucken
 
Bi dehan Kurdistanî li Europa Galerie ya navenda Saarbruckenê hatin cem hev û êrîşên liser Şengalê şermdzar kirin. Di çalakiyê de êrîşa li ser Şengalê ji bo temamkirina planên qirkirinê yên DAIŞ’ê hate nirxandin.  
 
Çalakî bi berzkirina dirêşmên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.
 
Êrîşên li ser Şengalê li Fransa û Qibrisê hatin şermezarkirin
 
Li gelek bajarên Qibris û Fransayê êrîşên li ser Şengalê bi dirûşmeya “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin protestokirin.
 
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Kurdistaniyên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê û bajarên Parîs û Marîgnan, Toûloûs û Marsîlya yên Fransayê dijîn, êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Kazimî yên li dijî Şengalê protesto kirin.
 
Lîmasol
 
Êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Kazimî yên li dijî Şengalê, weke li gelek welatên Ewropayê, li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî hat protestokirin.
 
Li ser banga KCDK-E Kurdistaniyên li Lîmasolê li ber Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hatin cem hev.
 
Çalakvanan ku ji vir heta Parka Molozê meşiyan, êrîşên dagirkeriyê yên Iraq û dewleta tirk şermezar kirin.
 
Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana YBŞ", "Bijî berxwedana gerîla", "Bimre xiyanet", "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Komara faşîst a Tirkiyê ji Kurdistanê bicehime" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.
 
Mîtînga ku li Parka Molozê ku rawestgeha dawî ya meşê bû, bi deqeyek rêzgirtinê des tpê kir.
 
Di mîtîngê de li ser armanca çalakiyê daxuyanî hat xwendin, piştre her yek ji siyasetmedarên Kurd Lezgîn Serhat û Kamil Akal axaftinek kirin û bertek nîşanî êrîşan dan.
 
Drancy
 
Li banliyoya Drancy ya herêma Parîsê ya Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiyek hate lidarxistin.
 
Êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di meşa ku danê êvarê hat lidarxistin de hatin protestokirin.
 
Ciwanan bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re dan, pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Kurdistanê ji dagirkerî û xiyanetê biparêze” vekirin.
 
Vîllîers-Le-Bel
 
Ciwanên Vîllîers Le Bel bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Şengalê" meşiyan.
 
Bi heman armancê li banliyoya Vîllîers-le-Bel a herêma Parîsê meşek hat lidarxistin.
 
Di meşa de ku bi pêşengiya TCŞ'ê hat lidarxistin, bê navber dirûşmên "Bimre Îxanet" û "Bijî berxwedana Şengalê" hatin berzkirin.
 
Meş li navenda taxê li ber komeleya Kurdan bi dawî bû.
 
Marîgnane
 
Êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bi çalakiya ku TCŞ’ê li Marîgnane ya Marsîlya ya li başûrê Fransayê lidar xistin, hate şermezarkirin.
 
Di çalakiyê de êrîşên nû yên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a 17’ê Nîsanê û hevkariya PDK’ê jî hatin şermezarkirin.
 
Di çalakiyê de TCŞ'ê daxuyaniyeke kin da û got, "Divê her ciwan vê pêvajoyê weke pêvajoya seferberiyê bibîne û li gorî wê tev bigere."
 
Toûloûse
 
Li bajarê Toûloûse yê başûrê Fransayê, êrîşên hikûmeta Bexdayê yên li ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyekê hatin protestokirin.
 
Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Kujer Erdogan û alîgirê wî PDK" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Marsîlya
 
Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê li ber Sefaretxaneya DYE ya li Marsîlyayê çalakiyek lidar xistin.
 
Gel ku saet di 19:00’an de hatin cem hev û çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de ku saetekê dom kir, dirûşmeyên, “Dagirker, hevkar û xayîn ji Kurdistanê bicehimin” û “Şengal ne bi tenê ye” berz kirin.
 
Li ser navê Meclîsa Civaka Demokratîk Fethî Tatos axaftinek kir. Tatos di axaftina xwe de bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bêdeng nemîne û xwest ku her dera Ewropayê bibe qada berxwedanê. Piştî axaftina Tatos, çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.