Şahida Komkujiya Dêrsimê: Xwestin ziman, ol û çanda mirovan tune bikin

  • 09:03 3 Gulan 2022
  • Rojane
 
Şirin Çinar
 
DÊRSIM - Yemuş a 101 salî û şahida Komkujiya Dêrsimê da zanîn ku tevî ji ser komkujiyê sal derbas bûne jî wê komkujî ji bîr nekiriye û got:"Xwestin ziman, ol û çanda mirovan tune bikin." 
 
Dîroka Tirkiyeyê bi komkujiyan tije bûye. Yek ji van komkjiyana jî Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-38'an e. 84 sal ji ser Komkujiya Dêrsimê derbas bû. Li gor daneyên fermî di sala 1937-1938'an de 13 hezar û 160 yextiyar her wiha 6 hezar jin, zarok, ciwan, pitik hatin kuştin. Li gor daneyên ne fermî jî li gund, li ser çeman, di şikeftan li dora 70 hezar mirovî hatin kuştin. Di vir de jî dîsa bi bombebaran, çekên kîmyewî, ji avêtina ji ser kortalan mirov hatin kuştin. Zarok û jinên ji komkujiyê filitîn jî ji malbatên wan girtin û dan leşkeran. Ji "Keçên Winda yên Dêrsimê" jî qet xeber nehat girtin. 
 
84 sal derbar bûn lê belê hîn pê nehatin rû hev
 
Ji ser komkujiyê 84 sal derbas bûn lê belê dewlet hîn jî bi komkujiyê re nehatiye rû hev. Gelek şahidên komkujiyê jiyana xwe ji dest dan lê belê yê hîn dijîn jî hîn bi wê êşê ne. Yek ji van şahidana jî Yemuş Bakiray a ji Gundê Baxtarin ê Xozata Dêrsimê ye. 
 
'Xwestin ziman, ol û çanda mirovan tune bikin'
 
Yemuş a yek ji şahidên komkujiyê yên bijarte ye dema komkujî çêdibe 10 salî ye. Yemuş da zanîn di dema komkujiyê de ji malbata wê 4 kes hatine kuştin û wiha got:"Min çend caran behsa komkujiya 38'an kir. Kesên komkujî pêk anîn hîn nehatin darizandin? Di dema komkujiyê de hemû kesên kurd bûn li meydanan kom kirin. Dijmin bi çekên li ser hespan kiribûn hatin li vir kon vedan. Piştî kon vedan 3 roj û 3 şevan komkujî pêk anîn. Hinek mirovên ku kom kirin îdam kirin. Tecawizî zarok û jinan kirin û ew kuştin. Hinek jî şandin sirgunê. Di sirgunan de yên mezin şandin derekê zarok jî şandin derekê. Bi vî hawî xwestin ziman, ol û çanda mirovan tune bikin."
 
'Kesî fam nekir ku wê komkujî çêbibe'
 
Yemuş da zanîn ku kesî fam nekir ku wê komkujî çêbibe lê belê dijmin cihê wê lê komkujiyê pêk bîne berê diyar kiribû û amadekariyên xwe kiribû. Yemuş bi lêv kir ku berî komkujiyê bi ser malan de hatibû girtin û hemû alavên tûj girtibûn û wiha lê zêde kir: "Mirovan ji tirsan negotin çima alavên me jî digirin. Dawiyê gotin hemû tiştên xwe bi hev din em ê we bibin dereke xweş. Wiha mirov xapandin û qeyd li dest û lingên wan xistin û ew birin Çiyayê Spî. Hemû mirovên birin wir kuştin. Hinek jî birin Robariya Koni û li wir kuştin."
 
'Hemû kes bi awayekî cuda kuştin'
 
Yemuş diyar kir ku gelek mirov bi tifingên bi makîne yên giran kuştin û wiha domand:"Yên man jî ji zinaran avêtin çem û wiha kuştin. Tenê yên rewşa wan a aboriyê baş bû ji komkujiyê filitîn. Makîneyên giran amade kirin, jin, zarok û mêr bi awayekî cuda kuştin. Wan fermana kîja gundî dan ew çûn wir, mirov kuştin û sirgun kirin. Zarokên ji bo xwendina dibistanê çûbûn bajaran ji komkujiyê rizgar bûn."
 
Hinek kesan li çiyayan xwe veşartin û rizgar bûn
 
Yemuş da zanîn ku gelek mirov ji bo ji komkujiyê rizgar bibin xwe di nava çem û şikeftan de vaşartine û wiha got:"Ji bo em ji komkujiyê rizgar bibin em bi roj diçûn nava daristanê bi şev jî diçûn malê. Me jî bi saya veşartina li daristanê xwe rizgar kir. Leşker ditirsiyan ku têkevin nava daristanê. Mirovên ji komkujiyê jî rizgar bûbûn diketin nava çem da ku xwe rizgar bikin. Dema mirovên çûn çem paşde nehatin malbatên wan meraq kirin û çûn gel wan. Lê dema çûn dîtin ku hatine qetilkirin. Mirovên li Derelaşê jî bi bombeyên jehrî hatin qetilkirin."
 
Yemuş a ku da zanîn çiqas sal ji ser derbas bibe jî ew tu carî komkujiyê ji bîr nake derbarê nedarizandina bersûcên Dêrsimê dibêje : "Em bi çavên vekirî ji vê dinyayê diçin...."