Emîne û Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê Cejna Remezanê pêşwazî kirin

  • 13:33 2 Gulan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê Cejna Remezanê pêşwazî kirin. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê ya Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî birîndarî xelas bû. Bi daxwaza girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 420’ê de jî berdewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe roja 1’emîn a Cejna Remezanê jî li pêşiya edliyeyê derbas kir. 
 
Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar anî ziman ku li seranserê meha Remezanê li pêşiya edliyeyê bûn û wiha got: “Îro roja ewil a Cejna Remezanê ye û em li pêşiya edliyeyê ne. Nobet û têkoşîna me berdewam dike. Dayika min ev 4 sal in ji bo hiqûqê têdikoşe. Doza me di pêvajoya darazê de ye. Hikûmet û serokomarê ku piştî bûyerê parlamenterê xwe guhdarî kirî, malbata me darizand û biryara xwe da.” 
 
Ferît, bi domdarî anî ziman ku daraz di bin “zexta psîkolojîk” de ye û wiha got: “Dê têkoşîna me ya heq, hiqûq û edaletê bidome. Heta ku edalet pêk tê jî em ê ji pêşiya edliyeyê neçin. Em, Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pîroz dikin. Neviyên ku êtim man jî niha li pêşiya edliyeyê ne. Daxwaza me ew e ku rayedarên dewletê di zûtirin demê de pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin. Em dixwazin ku birayê me yê bi fermana serdestan hatiye girtin jî vegere mala xwe.” 
 
'Heta ku edalet pêk tê jî ez ê ji vê derê neçim'
 
Emîne Şenyaşar jî got ku tevahiya Remezanê li pêşiya edliyeyê derbas kirine û wiha bi dawî kir: “Min hêvî dikir ku kurê min di vê cejnê de li gel mebûya. Lê kurê min nehate berdan. Hemû kes dizane ku tu sûcekî wî nîne. Bila kurê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Ez neviyên xwe li malê dihêlim û têm ber deriyê edliyeyê. Ez edaletê ji bo her kesî dixwazim. Heta ku edalet pêk tê jî ez ê ji vê derê neçim. Heke ez bimrim jî bila li vir bimrim.” 
 
Malbatê, cejna kesên hatine serdana wan pîroz kir.