Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê derket

  • 13:04 2 Gulan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - 37'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê bi manşeta "Ger em li şer nepirsin em nikarin xizaniyê çareser bikin" a derbarê 1'ê Gulanê de derket. 
 
37'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê ya ji 15 rojî carekê tê weşandin bi manşeta "Ger em li şer nepirsin em nikarin xizaniyê çareser bikin" a derbarê 1'ê Gulanê de derket. Di hejmara nû de nivîsên cuda û gotubêjan cihê xwe girtin. Gotubêja Hicran Urun bi Serpil Kemalbay a HDP'yî re çêkiribû di hejmara nû de hat parvekirin. 
 
Hulya Osmanagaoglu jî bal kişand ser mêtingeriya keda jinê û hevkariya patriyarkal û kapitalizminê. Rojnameger Kibriye Evren jî bi sernavê "Hem kurd hem rojnamegera kurd..." bal kişand ser heqîqeta rojnamegerên jin ên kurd tevî zext û astengiyan dinivîsin. 
 
Serenavên di hejmara 37'an de cih digirin wiha ne:
 
*Hem kurd hem rojnamegera kurd... / Kibriye Evren
 
*Ger em li şer nepirsin em nikarin xizaniyê çareser bikin / Gotubêja bi Serpil Kemalbay re - Hicran Urun
 
*Polîtîkaya keda femînîst, bêbawerî û xizaniya jinê / Hulya Osmanagaoglu  
 
*Niha dema gotina pergaleke bê mêtingerî û şer pêkan e ye / Nebile Irmak Çetin
 
*Halê rojnamegeriyê yê jinbûyinê: Hewldana isbata xwe, destdirêjiyên nayên ispatkirin, zehmetiyên ne hewceyî ispatê ne  / Sevda Karaca
 
*Dijberiya şer jî daxilî têkoşîna jinê ye!  / Heval Arslan
 
*Piştevaniya Patriyarkal û doza Fatma Altinmakas / Firdevs Hoşer