Newaya Jin: Helwest û xîret wê azad bike

  • 11:10 2 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha gulanê ya rojnameya jinê Newaya Jin bi sernavê "Helwest û xîret wê azad bike" derket. Di hejmara nû de rojnameya jinê bal kişand ser êrişên li ser gelek navendên Kurdistanê. 
 
Mijara sereke ya rojnameyê ku bi sernavê "Helwest û xîret wê azad bike" hate weşandin, êrişên nû yên artêşa tirk a di 17'ê Nîsanê de li dijî çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, cih girt.
 
Li ser vê konsepta îmhayê gotarên Nurhak Gulbahar, Hêja Zerya û Nîlufer Koç hatin weşandin.
 
Nivîskaran pêkanînên PDK'ê yên berê bi bîr xistin û diyar kirin ku ev helwest tenê bi helwest û têkoşîneke neteweyî dikare ji holê bê rakirin.
 
Bal kişand ser têkoşîna dayikan
 
Akademîsyen Ozgur Sevgî Goral, pênaseya 'dayikbûna maqûl' a hikûmeta li Tirkiyeyê red kir. Ozgur Sevgî bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza del Mayo, Dayikên Aştiyê û Emîne Şenyaşar, bi bîr xist ku îro gelek dayik ji pênaseya dayika maqûl derbas dibin û hesabê zarokên xwe dipirsin.
 
Jînenîgariya Emîne Şenyaşar a ku 420 roj in li Rihayê têkoşîna "Edaletê" dide jî di hejmara nû de cih girt.
 
Rojnameya ku di hejmara xwe ya gulanê de hevpeyvîneke taybet jî cih digre, Parlamentoya Skoç ku ji jinên bi sedsalan berê di bin etîketa "pîrebok" de hatibûn qetilkirin 'lêborîna' wan cih girt.
 
Endama Sendîkaya Skoç Sarah Collins pirsên Newaya Jin ên li ser girîngiya 'lêborîna dewletê' ya fermî, zîhniyeta dewletê ya li pişt 'nêçîra sêrbazan' û dîsa çarçoveya Qanûna Mizojinî bersivand.
 
Hin dane parve kir
 
Yurdusev Ozsokmenler a ku bi minasebeta 1'ê Gulanê 'Roja Yekîtî û Têkoşîna Navneteweyî' pirsgirêka keda jinê nirxand, der barê îstîsmara keda jinan de hin dane parve kir.
 
Nivîskar diyar kir ku kapîtalîzm bêyî keda jinê nikare li ser piyan bimîne û bal kişand ser pêwîstiya jiholêrakirina ferqa mûçeya zayendî.
 
Kurdî li Rojava zimanê zanist û perwerdeyê ye
 
Rojnameyê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nivîsên Gulê Hesen û Roza Metîna weşand.
 
Roza Metîna bal kişand ser polîtîkayên serweriyê yên li ser ziman û nasnameyan dikin hedef û diyar kir ku azadî bi parastina zimanê dayikê dest pê dike.
 
Gulê Hesen, xebatên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku di sala 2007’an de li Rojava hate avakirin, bi bîr xist ku Kurdî li Rojava zimanê zanist û perwerdeyê ye.
 
Plana Şark Islahat a li Dêrsimê
 
Zîlan Sara di hejmara nû ya rojnameyê de pêvajoya bicihanîna Plana Şark Islahat a li Dêrsimê, nirxand.
 
Sara gotina Serfermandarê wê demê Fevzî Çakmak a “Kurdayetî di nav civaka Tirk de bê helandin, hiqûqa Tirkiyeyê bê dayîn” bi bîr xist û diyar kir ku bi Terteleya Dersim a 38’an re tê xwestin ku Dersim ji Kurdayetiyê were paqijkirin.
 
Li gel danasîna Koma Şanoya Sarya Baran, xebatên Komîteya Jineolojiyê ya Valensyayê jî di nav naveroka hejmara nû de bal kişand.
 
Herî dawî Umut Yildiz bi nivîsa “Ev çiyayên me ne!” bal kişand ser bûyerên li Herêmên Parastinê yên Medyayê.
 
Di malpera newayajin.net de mirov dikare xwe bigihîne hejmara nû.