ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'AN

  • 09:00 2 Gulan 2022
  • Rojev
 
*Ayşe Arslan a ku li Semsûrê bi salan e ji bo gîhandin kulîlkan kedê dide û wan digihîne xyala wê ew e ku ji bo kulîlkên xwe serayekê veke.  DÎMEN HEYE 
 
*Kurê Cemîle Oruç Mehmet Salîh Oruç 6 sal in girtiye. Cemîle diyar kir ku mafên girtiyan tê binpêkirin û got: "Girtî li dijî zilmê li ber xwe didin û serî li ber zilmê natewînin. Divê Gelê Kurd jî xwedî li girtiyan derkevin." BI DÎMEN 
 
*Parêzera KCDP’ê Rukiye Leyla Suren doza feshkirina li KCDP’ê hatiye vekirin nirxand û da zanîn ku endamên komeleyên tên qeydkirin û di vê pevajoyê de ew tenê nameşin. DÎMEN HEYE 
 
*Jinên HDP’ê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê ku bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne dan û gotin: “Kurd piştî vî şerî wê Berzanî û malbata wî efû neke. PDK divê van bifikire û dawî li vî şer û îxanetê bîne.” DÎMEN HEYE 
 
*Di rojên borî de li Şaxa Wanê leşker û cerdevanan dar birîbûn û ÇEVDER xwe amade dike ku serlêdana sûc bike. Rayedara komeleyê Arzu Dînçer der barê mijarê de banga hestiyariyê li hemû STK û rayagiştî kir û got wê pêşiya wan bernedin. DÎMEN HEYE 
 
*Saniye Îldenîz a bi şifaya kevneşopî û xurekên ard debara xwe dike diyar kir ku 7 meh in nikare kirê bide û got: “Li aliyê din jî krîza aborîyê heye. Em beramberê keda xwe nagirin. Çareseriyek şert e.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinên ku ji bo mîtînga 1'ê Gulanê hatibûn Qada Îstasyonê bal kişandin ser êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê daye destpêkirin. Jinan destnîşan kirin ku divê hemû kurd li dijî vî şerî sekna xwe diyar bike û hemû hêza xwe bikin yek. DÎMEN HEYE 
 
*Jinên rojnameger di 5'emîn salvegera avakirina MKGP'ê de bal kişandin ser hêza çapemeniyê û bang kirin ku hemû rojnameger di bin banê MKGP'ê de bên gel hevdu. DÎMEN HEYE