Dê li Şirnexê 'Nobeta Jiyanê' bê destpêkirin

  • 19:20 1 Gulan 2022
  • Rojane

 

 
ŞIRNEX – Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê bi minasebeta Cejna Remezanê, gorên kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji destdane ziyaret kirin. Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr destnîşan kir ku li dijî operasyonan ew ê dest bi “Nobeta Jiyanê” bikin.
 
Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê, bi minasebeta Cejna Remezanê gorên kesên ku di qedexe derketina derve ya 2015-2016’an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. HDP’yiyan yekem çûn serdana goristana ku li taxa Banê Senefisê ye. Li vir serdana malbatan ji kirin. HDP’yiyan piştre derbasî Goristana Asrî bûn û serdanên xwe domand.
 
‘Nobeta Jiyanê’ tê destpêkirin
 
Nuran Îmîr a HDP’yî li vir axaftinek kurt kir. Nuran, anî ziman ku wekî çandekî her rojên pîroz de ew tên serdana goran. Nuran, got ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane ew ji bîr nekirine û ew ê nedin ji bîr kirin. Nuran, dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên li Başûr hatine destpêkirin û wiha pêlda axaftina xwe: “Di vê cejna pîroz de li sînorê welatê me şerekî heye. Em dixwazin hemû cejnan ji bo zarokên xwe di nava aramî, aştî û wekheviyê de derbas bibe. Ji bo ku emrê îktîdara xwe dirêj bikin vê şerê dikin. Di vê şerê de jî zarokên vê gelê jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ku em bertek nîşanê bidin, li hemberê vê şerê em parastina aştiyê dikin. Wekî duh  em îro jî vê parastinê dikin. Ji bo parastina aştiyê me bedelên gelek giran daye. Lê çi dibe bila bibe em li hemberê şêrxwaza em ê aştîxwaz bin. Em ê ji bo aştiyê li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê jî li herema Botanê cara yekemîn em rêbazê pîrozbahiya cejnê naçin malbatan pîrozbahiyê nakin. Em li hember şer parastina aştiyê, li hemberê mirinê parastina jiyanê dikin.  Ji ber vê yekê jî heta cejn xilas be em ê li partiya xwe nobetê didin destpêkirin. Em ê sibê saet 12.00’an şûnde li partiya xwe bin. Ji bo parastina jiyanê û azadiyê em nobetê didin destpêkirin. Em xwedî xwe û zarokên xwe derbikevin. Berxwedan û têkoşîna me ew e ku li hemberî vê şerê aştiyek mayînde bê avakirin û şer bê sekinandin. Em dixwazin hemû kes berpirsyariyê bigire li ser xwe. Em dengê şerê bidin sekinandin û dengê aştiyê bilind bikin.”
 
Piştî axaftinê HDP’yî ji goristanê veqetiyan.
 
HDP’yiyên navend û navçeyên Şirnexê, li dijî operasyonên li Başûr hatine destpêkirin “Nobeta jiyanê” dide destpêkirin û heta cejn xilas be dê berdewam bike.