Li Colemêrgê 1'ê Gulanê: Bijî berxwedan

  • 15:31 1 Gulan 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê 1'ê Gulanê bi dirûşma "Bijî berxwedana kedkaran, bijî têkoşîn, bijî piştgirî û bijî yekitî” hat pêşwazîkirin. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1'ê Gulanê Cejna Kedkarên Cîhanê, li ber avahiya Şaxa Platforma Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên KESK, Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Serokatiya Yekitiya Odeya Karmend û Sineatkarên Colemêrgê (HESOB), parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede û gelek endam û rêveberên partiyê jî amade bûn. Beşdaran di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bi hevre veguherînin, bijî 1’ê Gulanê" vekirin. di daxuyaniyê de amade bûn.
 
Di destpêka daxuyaniyê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Em ê bi hev re biguherînin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Bijî têkoşîn, bijî piştgirî, bijî yekitî” hatin berzkirin. 
 
Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa DÎSK’ê yê Colemêrgê Haluk Duran axivî û got: "Çapemeniya alîgir hewl dide bi propagandayeke xelet, rastiyê veşêre. Bi zext, tundî, sansûr û hêzên dewletê ve hewl didin qîrîna gel bitepisînin. Ev fermana qirêj ne fermana me ye. Ev fermana îstîsmarê tiştek nîne ku bide me.”