Jinên Elewî banga 'aştiyê ava bikin' kirin

  • 11:21 1 Gulan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Meclîsa Jinê ya Elewiyan a Demokratîk êrişên li dijî Herêma Kurdistanê ya Federe şermezar kirin û gotin:"Îktidar ji bo rant û rabirdûya xwe ya qirêj bigire şer dest pê dike. Divê ev şer bi dawî bibe. Divê xwîna dirije demildest bi dawî bibe. Mazlûm ne bêçare ne. Em banga aştiyê li hemû civakan dikin."
 
Êrişa dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê ya li dijî herêmên Zap, Metina û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê ya Federe dewam dikin. Bertekên li dijî êrişan didomin. Meclîsa Jinê ya Elewiyan a Demokratîk jî bi daxuyaniya nivîskî bertek nîşanî êrişan dan. 
 
Jinan di daxuyaniya nivîskî de bal kişandin ser jinên kurdên êzidî û gotin êzidî ji ber nasname û baweriya xwe ji 74 fermanan derbas bûne.
 
'Em banga aştiyê li hemû civakan dikin'
 
Jinan banga aştiyê kirin û gotin:"Îktidar ji bo rant û rabirdûya xwe ya qirêj bigire şer dest pê dike. Divê ev şer bi dawî bibe. Divê xwîna dirije demildest bi dawî bibe. Mazlûm ne bêçare ne. Em banga aştiyê li hemû civakan dikin."