'Em ê li hemberî dagirkerî û îxanetê têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 09:07 1 Gulan 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de, endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê Zîlan Efrin diyar kir ku hin heta vê kêliyê li çeperên şer têkoşînê dikin û wiha got: "Em ê bi rûmet li hemberî dagirkerî û îxanetê têkoşîna xwe berfireh û mezin bikin."
 
Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê û hikûmeta Kazimî roja 17'ê Nîsanê li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşan kirin. Di 15'ê Nîsanê de Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî li Enqereyê bi serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re rûnişt. Piştî hevdîtinê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên hewayî û bejahî dest pê kirin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên li dijî gel didomin. Herêma Şehbayê hat hedefgirtin û di encamê de welatî birîndar bûn. Li Efrînê jixwe talan didome, çend roj berê bi êrişa hewayî wesayitek li Kobanê jî kirin hedef.
 
Têkildarî êrişan ji Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê, Zîlan Efrin ji ajansa me re nêrîna xwe anî ziman. 
 
'Jin heta vê kêliyê li çeperên şer têkoşînê dikin'
 
Zîlanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên gelê kurd, bi taybet êrîşên li ser Kantona Kobanê û û got: "Bi rastî ev êrîşên ku niha li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ne êrîşeke ku ser a ser re derbas bibe. Êrîşeke giran li ser herêmên me pêk tên, êrîşeke bi rastî cihê nelirêtiyê ye. Bi van êrîşên ku di dawî de çêbûn, sê jinan jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîş bi rastî ji bo gelê me pir zehmet bû. Lê ev tiştekî pir taybet e ku jin heta vê kêliyê li çeperên şer têkoşînê dikin."
 
'Ev êrîş nema tên qebûlkirin'
 
Zîlanê di dewamiya axaftina xwe de teqez kir ku ew jî weke Tevgera Hîlala Zêrîn li hemberî tevahî êrîşan bi rojane têkoşînê dikin û wiha pê de çû: "Têkoşîna me li hemberî zihniyeta ku gihaştiye asta herî xerab a ku nayê qebûlkirin. Em jî weke tevger têkoşînê dikin. Malbata Berzanî jî niha li çiyayên me li hemberî me şer dike. Ev ne biratî ye, biratî ne wiha ye. Ev êrîş nema tên qebûlkirin."
 
'Em ê li hemberî dagirkerî û îxanetê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Zîlanê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di çand û kevneşopiyên me de, ku çi cejn be, çi mirin be, çi şahiyek be, gel li hevdu kom dibe, tên gel hev û li gel hev rûdinin. Çand û exlaqê me ye ku di cejna remezanê de em li hevdu bicivin. Careke din li xwe vegerin, hêviyên me ew e ku ew kesên şaştiyê dikin û li me tameşe dikin li xwe vergerin. Em ê bi rûmet li hemberî dagirkerî û îxanetê têkoşîna xwe berfireh û mezin bikin."