‘Bersiva pirsa çima Peymana Stenbolê hat betalkirin tune ye’

  • 09:04 1 Gulan 2022
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaogullari diyar kir ku biryara ku 10’emîn Daâreya Daniştayê der barê Peymana Stenbolê de bide, di rewşa ji aliyê Lijneya Daîreya Dozên Îdarî ya Daniştayê bê erêkirin de wê biryar teqez bibe û got di rûniştinê de daxwaz kirine ku tespîta şênber a pirsa ‘çima hat vekişandin’ bê kirin. 
 
Peymana Stenbolê di 20’ê adarê de îmzeya serokomarê AKP’ê Erdogan hat feshkirin. Der barê biryarê de rêxistnên jinan, komele û baroyan bi daxwaza vekişîna biryarê serlêdan hat kirin. Di serlêdana hat kirin de di 28’ê nîsanê de li 10’emîn Daîreya Daniştayê hat dîtin. Dozgerê daniştayê daxwaza betalkirina biryarê kir û tê payîn ku Daniştay di 15 rojan de biryarê bide û di 30 rojî de jî bi nivîskî teblîxî aliyan bike.
 
Doza Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a li Daniştayê jî hat dîtin. Yek ji parêzerên SES’ê Sevînç Hocaogullari der barê Peymana Stenbolê de nirxandin kir.
 
‘Jin li wir bûn’
 
Sevînçê destnîşan kir ku ji roja peyman hatiye rakirin jin li kolanan bûne û israra xwe li Daniştayê jî domandine û wiha vegot: “Daniştay bi rastiya jinê re hat rû hev. Serokê daîreyê di rûniştinê de got ‘Ez di dîroka daniştayê de yekem car dozek wisa qerebalix dibînim’. Jinan bi dirûşme û çepikên xwe nîşan dan ku biryar çi dibe bila bibe dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Îro ji derveyê hiqûqê rastiyek heye. Jinên dibêjin ‘em biryarnameya serokomar nas nakin’ hene. Jin wê rojê bi biryarbûne ku xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin li wir bûn. Îradeya jinan dest ji peymana Stenbolê bernade.”
 
‘Bersiva pirsa çima tune’
 
Sevînçê got wekîlê serokomar ji bo daxwaznameya hiqûqnasan got ‘karaset’ û got daxwazname ne girîng e. Sevînê destnîşan kir ku bersiva pirsa ‘Peymana der barê pêşîgirtina şîdetê hatiye amadekirin çima şûnde hatiye kişandin’tune û wiha dirêjî dayê: “Dema bersiva vê pirsê tunebe tu wateya îfadeyê li wir tên kirin tune. Di dozê de nîqaşên usulê hebûn. Gelo rayeya serokomar heye ku peymanek navneteweyî vekişîne? Dema me doz vekir, di alî rayeyê de jî îtîrazên me hebûn. Biryara vekişînê serokomar dide. Lê em dibêjin ku biryara ku meclîs digire divê ya vekişîne jî meclîs be.”
 
‘Rewşa ji destûra bingehîn vekişîn nehatiye sererastkirin’
 
Sevînçê balkişand ser gotinên wekîlê serokomar yên di rûniştinê de anî ziman ‘Jin li ser gotina fehskirinê pirs sekinin’ û wiha daxuyand: “Li wir jî nîqaşên hiqûqî hene û hewl da bikeve wan deran. Komîsyona Venedîkê der barê usula vekişîna ji peymanên navneteweyî de raporên amade kirine hene. Li welatan der barê usulên vekişînê de sererastkirin nehatine kirin. Li gel me jî der barê vê de sererastkirinek tune. Di destûra bingehîn de di vê mijarê de sererastkirinek nekirin keyfiyetê dernaxe holê. Çawa ket meriyetê divê li gorî çarçoveya hiqûqî tevbigeriya.”
 
Sevînçê destnîşan kir ku der barê peymanê de li Daniştayê ji 200’î zêdetir doz hatine vekirin û wê dozên serlêdanên din jî bên dîtin û wiha dirêjî dayê: “Serokomar rayeya destê meclîsê de nikare li ser navê xwe bikar bîne. Di rewşa bikar bîne de di hiqûqê de tu beramberiya vê tune. Me ji dadgehê daxwaza kir ku tespîta ku hukma vê tune bê kirin. Di alî me de ev biryar hukma wê tune.”
 
‘Em dest ji destkeftiyan bernadin’
 
Sevînçê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku der barê doza Peymana Stenbolê de têkoşîneke cidî ya Platforma Jinan a Ji bo Wekehviyê (EŞÎK) heye û ev piştevanyeke ku jinan bi torên xwe ava kiriye. Sevînçê her wiha bi lêv kir ku jin ji hev hêzê digirin û biryarbûna xwe dimeşîn û wiha dawî lê anî: “Ew têkoşîn xwe naspêre hiqûqê, ji heyeta dadgeha wir hêza xwe nagire. Jin bi têkoşînê bi destkeftiyan heta îro hatine. Ji ber vê jî êdî şûnde çûyîn tune. Dest ji maf û destkeftiyên xwe bernadin.”