‘Li dijî îşkenceya li girtîgehan dakevin qadan’

  • 09:03 1 Gulan 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Gelê Cîzîrê balê kişandin li ser rewşa girtîgehan û destnîşan kirin ku Gelê Kurd tu carî serî li zilmê re netewandine û hê jî li dijî hemû êrîşan li ber xwe didin. Her wiha anîn ziman ku divê dengê girtîyan bidin bihîstin û li dijî îşkenceyê dakevin qadan.
 
Ji aliyek ve binpêkirina mafan a li girtîgehan ji aliyek din ve jî êrîşên li dijî deskeftiyên kurdan germahiya xwe di rojeva Gelê Kurd de cihê xwe digire. Tevî van bûyerên ku diqewimîn welatîyan banga xwedî derketin, aştî û azadiyê dikin. Me berê xwe da kolanên Cîzîrê û ji gelên Cîzîrê nêrînên wan derbarê  rewşa girtîgehan de girt.
 
‘Li ser kurdan zilm û îşkenceyek mezin heye’
 
Bedrîye Agman, destnîşan kir ku bi kuştin û girtinê dixwazin kurdan biqedînin û bilêv kir ku li ser kurdan zilm û îşkenceyek mezin heye. Bedrîye, got: “Zilma ku li kurdan hatiye kirin li tu gelan nehatiye kirin û ev zilm hîna jî berdewam dike. Me dikujînin, binçav dikin, dixin zindanan û didin sirgûnkirin. Em naxwazin kezeba tu kesî bişewite. Em naxwazin girtî di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin û xwîn birije. Heta dawî em ê xwedî li gelê xwe derkevin. ”
 
‘Divê xwedî li girtiyan bê derketin’
 
Hedîye Dasil jî balê kişand li ser rewşa girtîyan û diyar kir ku divê gelê me li hemberî rewşa girtiyan bêdeng nemîne û ji bo azadiya wan têkoşînê bide.  Hedîye, wiha axivî: “Dilê me dayikan gelek şewitî ye. Em dixwazin aştiyek mayînde pêk were û girtî ji zindanan serbest werin berdan. Bila tu kes neyê kuştin. Bi hezaran kurd bê sûc û bîlasebep di zindanan de ne. Bila dawî li vê zilmê bê anîn û deriyê heps û zindanan bê vekirin. Mafê girtiyan tê binpêkirin. Yên ku îşkence û zilmê li girtiyan dike bila ji Xwedê bibîne.  Zarokên me emrê xwe li zindanan ve derbas kirin.  Kurd di zindanan de riziyan divê divê em bibin dengê girtiyan û heta dawî li berxwedana wan xwedî derên.  Em azadiya zarokên xwe dixwazin.”
 
‘Girtîyên me dikujînin’
Medîne Gezmez jî diyar kir ku Gelê Kurd tu carî serî ji li zilmê re netewandine û li dijî hemû êrîşan li ber xwe daye. Medîne, got: “Jiyan li me kirin zindan. Yên ku doza azadiyê dikin û li hember zilmê li ber xwe didin. Ji ber ku bêdeng namînin tên girtin. Lê yên ku diziyê dikin, tacîz û destdirêjiyê dikin tên berdan. Lê zarokên me di nav çar dîwaran de tên hiştin. Girtî bi salan e li girtîgehan mafên wan tên binpêkirin û ji ber van sedeman gelek girtî nexweş ketin. Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin. Li zindanan jiyana xwe ji dest didin. Dibêjin girtî întîhar dikin. Em bawer nakin ku girtiyên me xwe bikujînin. Ew dikujînin. Em ê heta dawî li girityên xwe xwedî derên.” 
 
‘Em jiyanek azad û wekhev dixwazin’
 
Hedîye Ay jî bilêv kir ku ew êrîş û zilma li dijî hebûna xwe qebûl nakin û wiha pêde çû: “Bi girtin û kuştinê dixwazin me tune bikin. Zilm û zordestiyê li me dikin. Em naxwazin girtiyên me di girtîgehan de jiyana xwe ji desst bidin. Ew ji bo azadiya me bi salan e di nav çar dîwaran de li ber xwe didin. Li hemberê vê zilmê divê em rabin ser piyan. Bibin dengê wan. Biraziyê min, keça min û xwişka min girtî ne. Ji ber ku kurd in hatin girtin. Doza heqê me kirin. Yên ku dibêjin em kurd tên îşkencekirin. Ew li zimanê me xwedî derketin û doza mafê me kirin. Dixwazin kurdna biqedînin lê kurd vê qebûl nakin. Kurd mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin.”
 
‘Li dijî îşkenceyê dakevin qadan’
 
Heybet Uniştu jî diyar kir ku ji Gelê Kurd re çareseriyek divê û wiha got: “Kurdan di zindanan de emr ê xwe xelas kir. Yên ku di zarokatiya xwe de tên girtin hê jî di zindanan de ne. Em îşkence û zilma li ser girtiyan qebûl nakin. Bila ev zilm ji holê rabe. Dilê dayikan û malbatan dişewite. Divê em li girtiyên xwe xwedî derkevin û li dijî vê îşkenceyê derkevin qadan. Gava em li zindana dinêrin hemû kurd in. Bila çareseriyek were kirin û ew zilma li ser girtiyan bê bidawîkirin. Miletê me hemû hatin û girtî  ji zindanan banga piştgiriyê dikin. Divê em dengê wan bidin bihîstin. Bila girtiyên me berdin û gelê me jî azad bibe.”