Rojnameger Denîz: Gav bi gav PKK li dijî êrişên dagirkeriyê bi ser dikeve

  • 09:01 1 Gulan 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Rojnameger Denîz Aydin têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê wiha got:"Saleke Tirkiye ji PKK'ê derbên giran dixwe. Ji bo vê binixumîne polîtîka pêş dixe. Medyayê jî li ser vê polîtîkayê bi rê ve dibin. Lê PKK gav bi gav li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê bi ser dikeve. Wê tu rêbaz û hewldanên dewleta tirk bi ser nekeve. PKK ji her gavê bi hêztir têdikoşe. Gelê Başûr jî li dijî hevkariya PDK'ê têkoşîna PKK'ê himbêz dike."
 
Dewleta tirk bi dehan operasyonên leşkerî yên ji derveyî sînor da destpêkirin. Piştî hevdîtinên bi PDK'ê re kir şûnde jî, ji 17'ê Nîsanê ve jî li herêma Zap, Metîna û Avaşînê êrişên hewayî û bejahî hatin destpêkirin. Bi heman rengî jî PDK ji hemû êrişan re bû hevkar. Rojnamegera li Başûrê Kurdistanê dixebite, Denîz Aydin têkildarî êrişên Tirkiye-PDK'ê û berxwedana gerîlayên PKK'ê ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
Denîzê bi mijara hevkariya PDK-Tirkiyeyê re dest bi axaftinê kir û got: "Divê têkiliyên PDK û Tirkiyeyê bêhtir bi kok were destgirtin. Ka têkiliya wan bi çi awayî dest pê kir, armanca van têkiliyan çiye? Ji ber vê yekê divê em hinek li dîroka wê temaşe bikin. Tê zanîn bi qasî 40 salan e dewleta tirk di bin navên cur bi cur de gelek operasyên ji derveyî sînor li dar xist. Li dijî qadên parastina medyayê êriş pêk tên, lê bi vê ve jî sînordar namînin û gelek herêmên Başûr bombebaran kirin. Li gorî vê jî têkiliya PDK û Tirkiyeyê ya li ser esasê dijminatiya PKK'ê pêş ketiye bi kok e. Ger em li salên 90'î temaşe bikin, di wê demê de şêwirmendê Mesût Barzanî, Muhsîn Dîzaynî bi musteşarê MÎT'ê re hevdîtin pêk anî. Ev şêwirmend 91 rojan li vir dimîne û hevdîtinên cuda pêk tîne. Vana hemûyan jî pir veşartî digirin. Di çarçoveya giştî de ger em binêrin ji wê rojê ve hevdîtinên xwe veşartî pêk anîn û konseptek bi vî rengî çêkirin. PDK gelekî piştgirî da Tirkiyeyê, vê jî gelek caran bi awayê veşartî û gelek caran jî bi awayekî vekirî kir."
 
'Bi amedekarî û bernameyek berfireh ketin hundirê Başûr'
 
Denîzê diyar kir ku taktîkên Tirkiyeyê wekî operasyonên mayinde didome û got:"Ger em li êrişên dawî jî temaşe bikin, ji salên 2015'an ve dewleta tirk ji xeta Zaxoyê heta Hewlêrê operesyonên cur be cur pêk anîn. Êdî taktîkên xwe weke operesyonên mayînde û desteserkirinê, ne weke berê ‘Bikevê, lêxe û derkeve’ pêk tînin. Ev operesyonên xwe jî bê guman bi piştigiriya PDK'ê pêk tîne ku ewqas kêrhatina Tirkiyeyê nînbû ku bi xwe bide meşandin. Bi amedekarî û bernameyek berfireh ketin hundirê Başûr. Di aliyê erdnîgariyê de jî ger em temaşe bikin em ê bizanibin ku Tirkiye nikare bêyî piştgiriyê bikeve hundir. PDK gelek qad ji Tirkiyeyê re vekir û li gelek deveran îstixbarata xwe bi cih kir. Gelek qereqol çêkirin û leşkerên Tirkiyeyê tê de bi cih kir. PDK ji bo hemû êrişan bû rêvekir. Ruxmê van bername û hewildanan jî Tirkiye encam negirt. Gelek caran jî darbeyên giran girt. Bi polîtîkayên taybet re hewil da van darbeyên xwariye binixumîne."
 
'Gerîla bersiva herî xurt da êrişan'
 
Denîzê têkildarî êrişên dawî axaftina xwe da berdewamkirin û got: "Ji sala çûyî ve jî pêvajoyek ji Garê dest pê kiribû. Dewleta tirk xwest li Garê bernameyek cuda bixe dewrê. Dixwest bi giştî dorpêç bike ev jî bi îstixbarata ji PDK'ê girtiye kir. Ev êrişa dagirkeriyê jî weke xwestin encam negirt. Tirkiye ev binketin hezim nekir û li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê jî êrişên xwe berfireh kir. Jixwe bi qasî saleke li ser van herêman êriş kêm nebûne û hîna berdewam dikin. Herî dawî jî di 17'ê mehê de hewayî û bejayî jî êrişên xwe dan destpêkirin. Divê ku em baş bizanin Tirkiye niha jî nikare ji êrişên xwe encam bigire. Gerîla jî bi amadekarî û hêzeke mezin bersiva êrişan da û di pêvajoya hefteyekê de hêza Tirkiyeyê cemidand."
 
'PKK'ê, PDK şiyar kir'
 
Denîzê têkildarî hevkariya PDK'ê bi Tirkiyeyê re jî wiha dibêje: "Gerîla PDK şiyar kiribû ku ger beşdarî êrişan bibin ew ê encamên xeter re rû bi rû bimînin. Lê PDK hîna vê têkiliya xwe dide berdewamkirin. Êrişên herî dawî jî ji hêla Şêladizê ve, herêma ku bi temamî di destê PDK'ê de ye pêk hat. Ev jî nîşane ye ku şiyariyan ber çav nagire û bi awayekî vekirî beşdarî êrişan dibe. Divê em hevkariya wan ne tenê di aliyê şer de jî bigirin dest. PDK'ê nîvê Kurdistanê firotiye wan. Tê zanîn neft di Başûr de xwedî cihekî girîng e. PDK ji derveyî rêyên fermî petrolê dide Tirkiyeyê. Beriya vê jî bi nûçeyan û raporan kete rojevê. Vê yekê jî bêyî destûra Iraqê dike. Ev gav jî ne ji rêzê ne û ji bo malbata xwe dewlemend bike di nava hewldanê de ne."
 
'Di nava guherîna demografiyê de ne'
 
Denîzê bal kişand ser rewşa gelê Başûr û ev gotinan kir: "Tirkiye êrişên xwe di çarçoveya sînorên Mîsaqî Mîlî de berfireh dikin. Ji ber wê jî niha ne tenê qadên parastina medyayê di nava gefan de ye. Başûr û Iraq jî di nav vê gefê de ne. Di nava van sînoran de jî PDK êrişîn mezin didin meşandin. Beriya niha gelek rewşenbîr, rojnameger û nîştecih hatin girtin. Li vir jî gel êdî di ferqa polîtîkayên PDK'ê de ye. Ew jî êrişên Tirkiye û PDK'ê weke êrişên dagirkeriyê dinirxînin. Heta niha bi sedan gund hatin valakirin û bi sedan gund jî bi metirsiya valakirinê re rû bi rû ne. Bax û bostanên wan hatin şewitandin. Ji bo veguhertina demografiyê di nava hewildanê de ne. Ji salên çûyî ve îdayên girîng ên weke çeteyan ji Serêkaniyê û Efrînê anîne li van herêman bi cih dikin. Ev hewldanên desteserkirina hemû Kurdistanê ye. Gerîla jî ji bo van polîtîkayên qirêj vala derxe li berxwe dide."
 
'Gel Tirkiye û PDK'ê naxwaze'
 
Denîzê bi lêv kir ku gel Tirkiye û PDK'ê naxwaze û wiha pê de çû: "Çiqasî êriş bi bername û dijwar jî bin li her deverê, ji Mexmûrê heya Şengalê, heya qadên parastina Medayayê û navenda Başûr berxwedanek mezin tê nîşankirin. Li hemberî êrişên dagirkeriyê helwest tên nîşankirin. Ev rabûnên gel ji aliyê medyaya PDK'ê ve tê tewişandin. Gel dewleta dagirker li vir naxwaze û yên ku jê re bûne rêvekir, PDK'ê teşhîr dikin. Bê guman di aliyê rêxistinî de helwesta wan kêm e. Ji bo ev pêk neyê jî polîtîka û gefên mezin hene. Girtin çêdibin, gel tê qetilkirin. Cardin ruxmî vê yekê jî li Hewlêr, Silêmanî û gelek deveran çalakiyên girseyî wê pêk werin. Evê tenê bi çalakiyan re jî sînordar nemîne wê gel helwesta xwe li dijî PDK'ê di pratîkê de nîşan bide."
 
'Medya ji bo wan kar dike'
 
Denîzê geşedanên li qada şer wiha ragihand: "Weke medyaya PDK'ê medyaya Tirkiyeyê jî nûçeyên manîpulasyonê çêdikin. Weke min berê jî destnîşan kir ji bo derbên xwarine binixumînin propagandayên ji rastiyê dûr in dikin. Gelek wendahiyên wan hene û di medyaya wan de qet derbas nabe. Nexweşxaneyên seyar çêkirine. Her roj bi dehan birîndarên wan çêdibin. Van yekan jî dinixumînin û naxwazin werin bihîstin. Beriya niha salekê Hulîsî Akar gotibû doçkayên wan hene em nikarin balafiran deynin. Rastiya xwe anîn ziman lê belê niha jî bi hincetan vê yekê dinixumînin. Yên ku Kurdistanê nas dikin baş dizanin Zap ne herêmek hêsan e û li vir dewleta tirk binketinek mezin jiya. Lê belê her roj wendahiyên xwe weke 1 an 2 didin nîşandan. PKK gav bi gav ber bi serkeftinê ve diçe. Tirkiye aboriya xwe û her tiştê xwe seferber kir lê belê li beramberî têkoşîna gerîla bi bin ket."
 
'Rojnameger li vir ne azad in'
 
Denîzê herî dawî jî têkildarî rojnamegerên li Başûr xebatê didin meşandin ev agahî parve kir: "Gelek rêhevalên me yên rojnameger bi awayekî bê heq û hiqûq hatin girtin. Di dema binçavkirinê de me bi tu awayî xeber ji wan negirt. Em weke rojnameger nikarin bikevin tu cihî û karê xwe bidin meşandin. Li vir ger ku hûn propagandaya wan nekin, an jî ji MÎT'ê emir negire hûn bê guman di hedefa wan de ne. Bêje hema ne pêkan e ku tu xebatê bidî meşandin."