Li Ewropayê bi hezaran kes li dijî êrîşan meşiyan

  • 16:33 30 Nîsan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dusseldorf yê Elmanyayê bi hezaran kes li hemberî êrîşên dewleta tirk ên hemberî başûr ku bi hevkariya PDK'ê tên kirin meşiyan. Di meşê de êrîşên dagirkirinê û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin.
 
Artêşa Tirk a dagirker, di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrîşa dagikirinê da destpêkirin. Ev êrîş hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve didome. Li seranserî welatên Ewropa û cîhanê bertekên li dijî vê êrîşê û rola PDK'ê ya di vê êrîşê de jî berdewam dikin.
 
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi hezaran kes li hemberî êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê li hev civiyan û meşiyan. Di meşê de xiyaneta PDK’ê bi dirûşmên “Kurdistanê biparêze“ hate şermezarkirin.
 
Berî meşê li qadê Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut, rojnameger Ferîdûn Kuncîrînî, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, li ser navê PJAK’ê Îbrahîm Alîpûr, li ser navê platforma Yaresanan Emir Kirmanşan, li ser navê Dîe Lînkeyê Jules El-Khatif û li ser navê KCE-Ewropayê Çîçek Yildiz axivîn.
 
Axaftvanan anî ziman ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze deskeftiyên kurdan ji holê rake û ev tişt gotin: “ Gerîlayên azadiyê ne tenê parçeyek axa Kurdistanê diparêzin. Gerîlayên azadiyê bi canfedayî Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê diparêzin. Li vê berxwedana dîrokî xwedîderketin peywîra mirovahî û exlaqî ye. Îro dewleta tirk û PDK’ê destê hev girtiye û êrîşî Gelê Kurd dikIN. Wê dîrok û tu kurdek vê îxanetê efû neke.
 
Em li ser felsefe û ramanên Rêber Apo dimeşin. Wê axa Kurdistanê bibe gora dagiker û xayînan. Êdî dawiya dagirkeriyê û xiyanetê hatiye. Em bang li hemû gelên Kurdistanê û dostên wan dikin ku beşdarî berxwedana gerîlayên azadiyê bibin.“