'Kedkar li ber tevahî zehmetiyan dibin bersiva azadiyê'

  • 12:48 30 Nîsan 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Bi munasebeta 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê, Hevseroketiya Yekîtiya Kedkaran a Herêma Firatê daxuyanî da.
 
Bi munasebeta 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê, Hevseroketiya Yekîtiya Kedkaran a Herêma Firatê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de alên Yekîtiya Kedkaran, pankarta bi nivîsa "Bijî 1'ê Gûlanê” hat hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Sîham Osman bi zimanê ve hat  hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji bo raya giştî ya cîhanê:
 
Li ser navê Hevseroka Yekîtiya Kedkaran, ey kedkar ji bo mafê xwe têkoşîn bike, ji ber ku berxwedan jiyan e. Tevahî beşên Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 1'ê Gulanê bi kêfxweşî pêk tê. Di destpêka 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran, ew kesên kedkar cewherê xwe ji bo gelê xwe derdixe pêş. Li dijî her cureyên desthilatdariyê û desteserkirinê têkoşîn dikin, ji bo jiyana bi rûmet. Kedkar bi rojan e têkoşîn dike û li ber tevahî zehmetiyan dibin bersiva azadiyê. Ji bo civakeke demokratîk û azadîxwaz, kedê didin ji bo aramî û îstiqrariya jiyanê biafirînin. Her wiha li dijî her şêweyê êrîşan û dagirkeriyê li berxwe didin û bi fedakarî kedê didin. Em 1'ê Gulanê li her kesên kedkar li tevahî cîhanê pîroz dikin û em dagikeriya dewleta tirk re dibêjin na ji têkbirin û têkçûnê re. Kesên kedkar ê herî bi rûmet in."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê" bi dawî bû.