Li dijî êrişan hunermedên kurd dadikevin qadê

  • 10:07 30 Nîsan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê hunermendên kurd hatin gelhev, meseya krîzê ava kirin. Hunermendên kurd diyar kirin ku dê bi çalakiyan êrişan şermezar bikin. 
 
Tirkiyeyê, di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrişeke mezin da destpêkirin. Ev êriş hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve dimeşe. Bertekên li dijî vê êrişê û rola PDK'ê ya di vê êrişê de jî berdewam dikin. Hunermendên kurd ên Endamê Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê ku li dijî êrişê hatin gelhev.
 
Hunermendan, êrişên Tirkiyeyê ya li ser herêmê û rola PDK'ê ya di vê dagirkeriyê de nirxandin. Di encama nirxandinên xwe de hunermendan meseya krîzê ava kir û biryara lidarxistina çalakiyan dan. 
 
Li gorî vê;
 
'* Di hemû çalakiyan de wê pêşengiya çalakiyan bê kirin,
 
* Ji bo sazkirina têkilî û peyweniyê bi hunermendên biyanî re komîsyonek xweser hate damezrandin,
 
* Li hemû welatên ku Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê lê heye wê xwepêşandan bên lidarxistin,
 
* Wê bi hin rêxistinên sivîl, hunermendên biyanî û saziyên çapemeniyê yên biyanî re têkilî bê danîn û dosya bên şandin,
 
* Çalakiyên kolanan ên ku sekna hunerî nîşan didin wê bêne plankirin û pêkanîn,
 
* Hat diyarkirin ku wê di rojên pêş de bernameya çalakiyan a tevgerê were eşkerekirin."