Malbatên TAYAD'î serbest hatin berdan

  • 09:58 30 Nîsan 2022
  • Rojane
ENQERE - 9 TAYAD'î ku xwestin ji bo girtî Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ên di rojiya mirinê de li ber Wezareta Edaletê daxuyanî bidin ji aliyê polisan ve duh hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. 
 
Malbatên TAYAD'î ji Stenbolê heta Enqerê ji bo girtî Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ên di rojiya mirinê de meşiyan. Malbatên TAYAD'î û welatiyên ku piştgirî dan wan xwestin li ber Wezareta Edaletê daxuyanî bidin. Li kolana Ziya Gokalp, polisan êrişê malbatan kir û 9 kes duh hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Kesên hatine berdan navê wan wiha ne: "Erkan Yildirim (birayê Gokhan Yildirim), Ferîdûn Osmanagaoglû, Nergîs Dogrû, Omer Akyel, Merve Demîrel, Ayşe Arapgîrlî, Taylan Sûngûr, Tûran Akdaş, Şengul Ûlûs.