Rojnameger Rojbîn Denîz: Berxwedana Şengalê planên dewletan asteng dike

  • 09:18 30 Nîsan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Rojbîn Denîz der barê êrîşên Tirkiye  û PDK’ê yên li hember herêma Federal a Kurdistanê û rewşa dawî ya Şengalê de nirxandin kir û got li Şengalê beriya tofanê bêdengiyek serdest e.
 
Êrîşên AKP û PDK’ê yên li hember Herêma Federal a Kurdistanê didomin û bêdengiya hikûmeta Iraqê balê dikşîne. Li Mexmûr, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê li dijî êrîşan berxwedan mezin dibe. Rojbîn Denîz a li Şengalê rojnamegeriyê dike geşedanên dawî nirxand.
 
‘Bêdengiyek serdest e’
 
Rojbînê wiha vegot: “Artêşa Iraqê di amadekariya şer de ye. Başûrê Şengalê bi şer hatibû qezenckirin. Bedelên mezin hatibûn dayîn. Bi fermanê re ew der ketin destê DAIŞ’ê. Lê bexwedanek mezin çêbû. Piştre YBŞ-YJŞ- HPG û YJA-STAR berxwedanek mezin nîşan dan û DAIŞ paqij kir. Ji ber vê YBŞ-YJŞ naxwaze destkeftiyên xwe bide. Ji bo parastina Şengalê YBŞ û YJŞ têr dikir. Lê dema em dinêrin artêşa Iraqê ev pozîsyon guhertiye. Li Şengalê beriya tofanê bêdengiyek serdest e.”
 
Rojbînê da  zanîn artêşa Iraqê di 18’ê Nîsanê de hatiye Şengalê û AKP û PDK’ê êrîşî herêma Federal kiriye û wiha dirêjî dayê: “Yên êrîşî Şengalê dikin hevkariya wan bi DAIŞ’ ê re heye. Di paratîkên berê de jî ev hatiye dîtin. Ji ber vê di destê me de delîlên şênber tune ne. Lê ev rewş di çapemeniyê de pir hat dîtin. Ji ser vê hêzê li hember Şengalê êrîşek pêk hat.”
 
‘Dixwazin Nînova û Şengalê bi hev girê bidin’
 
Rojbînê wiha bi lêv kir: “Til Efer û piştre hêzên Êzidî, Şîî û Haşdî Şabî hene. Bi van êrîşan re dixwazin xeta Nînova û Şengalê bi hev girê bidin. Êrîşên li hember Şengalê berdewamiya polîtîkaya qirkirinê ye. Di salên dawî de Tirkiyeyê li hember kurdan polîtîkaya qirkirinê giran kir. Niha AKP-MHP ji bo xwe bide jiyîn bi PDK’ê re çekên qedexe bi kar tîne û êrîşa giran dike. Ger Şengal tevli qada aborî, îstîxbarat û leşkerî ya Nînovayê bibe wê Iraq bibe du parçe. Ev di esasê de ji bo Sunnî Hîlal amadekarî ye. Erdogan berê ev gelek carî anîbû ziman. Digot di dema Osmanî de qezencên me hebûne em dixwazin wan şûnde bigirin ji bo vê têkoşîna me didome.”
 
Berxwedana Şengalê li pêş planan astengî ye
 
Rojbînê her wiha daxuyakirin ku Musul di alî îdarî, leşkerî û civakî de di asteke ku ji Tirkiyeyê re xizmetê dike de ye û di pêvajoya hilbijartinan de PDK’ê li Nînovayê 9 parlamenter derxist û ev ne rewşeke normal bû. Rojbînê ev nirxandin kir: “Di encama vê hilbijartinê de piştgiriya Tirkiyeyê bi bandor bû. Li dora Nînova Tirkmen hebûn. Ev hemû bingehê amade dikin. Li Kerkukê jî heman rewş tê kirin. Li Kerkuk û Mûsûlê. Dixwazin heman tiştî li Şengalê jî bikin. Lê berxwenda li Şengalê li pêş wan dibe asteng.”
 
‘Parçeyeke tunekirina êzdiyan e’
 
Rojbînê destnîşan kir ku krîza siyasî ya li Iraqê tê jiyîn krîza leşkerî jî bixwe re tîne û  wiha bi lêv kir: “Xurtbûna Necîm Cuburî ya li wir, tê wateya xurtbûna DAIŞ’ê. Ligel vê tê wateya tunekirina Êzidiyên li Şengalê ne. Xurtkirina DAIŞ’ê, veguhertina Şengalê ya li bingeheke Sunnî, tê wateya êrîşeke li hember hebûna Şîî ya li Tel Efer. Tê wateya ku MÎT bi tevahî li Şengalê bi cih bibe. Ji gel bertekên mezin hatin. Li ser vê Kazimî ev biryar guhert. Di pêvajoyeke wisa de Kazimî kesekî wisa tayîn kir. Ev ne normal e. Ev parçeyeke plana tunekirina êzdiyan e. DAIŞ’ê êrîşê gelê êzidî kir. Ev êrîş di encama îxaneta li hember êzdiyan pêk hat. Parçeyek vê PDK bû. Parçeyê din jî artêşa Iraqê bû. Li Iraqê di wê pêvajoyê de nêzî 7 hezar hêzên wê hebûn. Lê bi tu awayî ev li dijî DAIŞ’ê nesekinîn. Beriya fermanê ewlehiya Şengalê di destê PDK û Iraqê de bû. Gel ji vê nerehet bû. Lê piştî fermanê gel xwe bi xwe bi rê ve bir.”
 
‘Gel şer naxwaze’
 
Rojbînê diyar kir ku tê xwestin gel ji nû ve vegere koletiyê û di vê mijarê de jî wiha vegot: "Jin naxwazin azadiya xwe şûnde bidin. Li hember hemû mafan rewşa tacîzê mijara gotinê ye. Di 2017’an de pêşmergehan çi dikir niha jî dixwaz wisa bikin. Îhtîmala hatina DAIŞ’ê heye, xurtbûna DAIŞ’ê ya li Iraqê heye. Parçebûna Iraqê tu fêdeya wê ji kesekî re tune ye. Tenê wê fêdeyê bide Tirkiyeyê. Ji PDK’ê re fêdeya wê tune ye. Gel vê tîne ziman. Gel şer naxwaze. Lê hêzên wir berovajî vê tev digerin. Îxaneta PDK’ê her kes dizane. PDK’ê di pêvajoya dawî de cihê ku lê disekine baş diyar kiriye."
 
PKK’ê rewabûn qezenc kir
 
Êzidiyên bi PDK’ê re tev digerin hene. Wek Kasim Şeşo. Gelek kesên din hene. Hemû jî berjewendiyên wan ên aborî hene. Kasim Şeşo berê çû cem rejîma Iraqê piştre çû cem a Sûriyeyê. Ev kes ji  aliyê hemû Êzidiyan ve tê nasîn. PDK vî kesî li gorî xwe bi kar tîne. Dema vê dike jî çapemeniyê bi kar tîne. PDK bi siyaseta xwe dişibe Tirkiyeyê. PDK li her derê hewl dide PKK'ê terorîze bike. Lê li Başûr PKK tevgereke rewa ye. Yên ewil diçin alîkariya Şengal, Mexmûr û Kerkukê gerîlayên PKK’ê ne. PKK’ê li Başûr rewabûn qezenc kiriye.”