Banga ji bo 1'ê Gulanê: Em ê li qadan bin

  • 09:09 30 Nîsan 2022
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Jinên sendîkayî diyar kirin ku kedkar li her derê pirsgirêkan dijîn û jin li qadên xebatê rastî mobîngê tên û gotin wê di 1'ê Gulanê de li qadan bin.
 
1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê îsal di bin siya şer, xizanî, tecrîd û krîzan de tê pêşwazîkirin. Kedkar li qadên xwe dem bi dem bikevin grevan jî rayedaran der barê vê de tu gav navêtin.
Rêveberên sendîkayan der barê pirsgirêkên dijîn û amadekariyên 1'ê Gulanê de axivîn.
 
‘Jin rastî mobîngê tên’
 
Endama SES'ê ya Amedê Gulhan Tekîn da zanîn ku bi pandemiyê re barê xebatkarên tenduristiyê zêde bûye û wiha vegot: “Li welat şertên xebatê pir xerab in. Ji bo vê rewşê çûn grevê. Keda xebatkarên tenduristiyê bi tu awayî nayê dîtin. Lê em hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Di civakê de li ser jinan mobîng heye û li qadên kar ev derdikeve du qatî. Ligel vê hevalên me yên êriş li wan tên kirin hene. Lê em dibînin ku tu pêkanînek li ser wan tune ye. Bêyî tedbîr xebatkarên tenduristiyê tên xebitandin. Heta şertên xebatê sererast nebin em ê têbikoşin. Bi vê wesîleyê em diçin 1’ê Gulanê.”
‘Bi awayekî dijhiqûqî ji kar tên derxistin’
 
Sekretera Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn da zanîn ku kedkarên perwerdeyê bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev û ev di dema AKP-MHP’ê de derketiye asta herî jor û wiha daxuyand: “Di qada pîşeyî de hewl tê dayîn bê îtîbar bê hiştin. Em dibînin ku her roj mûçeyên me dihelin. Em bi mûçeyê xwe nikarin dawiya mehê bînin. Gelek hevalên me mamosteyên bi peyman in. Fikara kadroyê dijîn. Ligel vê gelek mamoste di bin mûçeyê asgarî de mûçe digirin. Keda hevalên me tê binpêkirin. Ji bo 1’ê Gulanê me xebat meşandin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li dijî êrîşan xwe bi rêxistin bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadan.”
 
‘Me 1’ê Gulanê bi hêsanî bi dest nexist’
 
Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yan a DÎSK'ê ya Amedê Hanîfe Kardaş jî bal kişand ser rewşa jinên karker û got aliyê ku herî zêde bi mobîngê re tê rû hev jin in û wiha daxuyand: “Di saziyan de jin û mêran wekhev nabînin. Cihên xebata hêjayî jinan dibînin parq û baxçe ne. Piştî qeyûman gelek jin li parq û baxçeyan dixebitin. Mahkûmî wir kirine. Li ser jinan mobîng heye. Li herêmê ji ber jinbûn û kurdbûnê du caran zext li jinan tê kirin. Tevî êrîş û polîtîkayên qeyûm em ê 1’ê Gulanê bi coş pîroz bikin.”