Koçberiyê li gundiyan ferz dikin

  • 09:06 30 Nîsan 2022
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Li ser xeta sînor ji ber gulebarana leşkerên tirk her roj bûyerên kuştin û birîndariyê tên jiyîn û di 6 salên dawî de di encama gulebarandina TSK’ê de 17 kesî jiyana xwe ji dest daye. Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê mijarê de axivî û da zanîn ku yekane armanca li vir ev e ku welatiyan ji gundê wan derxistin û koçber bikin.
 
Li navçeya Şemzînan û Derecîk a Colemêrgê ku li sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê cih digre,  ji ber gulberandina leşkerên tirk her roj kes tên kuştin û birîndar dibin. Bi taybet piştî hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê AKP’ê ve hat qedexekirin û şûnde li sînor bi hinceta ewlehiya sînor bi dehan jin û zarok hatin qetilkirin. Walîtî van kuştinan jî bi giştî bi gotinên ‘guleya berdane hewa’, ‘Guleya bi xwe teqiya’, ‘li gorî mevzuatê’ diparêze û lêpirsînên tên vekirin jî gelek caran bi biryarên neşopandinê encam dibin. Di navbera 2016 û 2022’an de li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin li Colemêrgê 3 jê zarok 17 kes di encama gulebarandina leşkeran de jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.
 
Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Nikarin mafên xwe bikar bînin
 
Sîbelê diyar kir ku di 6 salên daweî de li xeta sînor 13 kes di encama gulebarandina TSK’ê de jiyana xwe ji dest dane û ev  ne tenê li sînoran li navend û gundan jî tên jiyîn. Sîbelê wiha dirêjî dayê: “Li hember welatiyên herêmê zextek mezin heye. Herêma Colemêrgê navbera du sînoran de ye. Bi salane welatiyên li wir dijîn barkêşiyê dikin. Gelek welatiyên sînor cotwelatî ne û li her du aliyan jî mafê wan hene. Lê nikarin mafên xwe bikar bînin.”
 
‘Rewşa tacîzê heye’
 
Sîbelê destnîşan kir ku bi salane tê gotin ku wê li Derecîk deriyê sînor bê vekirin û tevî vê nehatye vekirin û wiha daxuyand:”Welatî ji ber deriyên sînor girtîne nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê welatiyên li xeta sînor dijîn diçin sînor û li wir tên kuştin. Ji ber li her aliyan jî zextên leşkerên tirk hene. Roja em çûn wir di her 10 deqeyî de top dihatinE avêtin. Armanca wan ev e ku gundan vala bikin û koçber bikin.”
 
Sîbelê di daweiya axaftina xwe de diyar kir ku bi welatiyên li sînor dijîn re tirsek mezin heye û ji ber vê jî êdî nikarin debara xwe bikin. Sîbelê got ji bo ku kes neyên kuştin û pêşî li kuştinê bê girtin divê demildest tedbîr bên girtin.