ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 30 Nîsan 2022
  • Rojev
*Endama Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê Hediye Şemo li ser êrîşên Şengalê wiha got: "Ev êrîş di encama hevkirina dewleta tirk, Iraq û PDK'ê de hatine destpêkirin û heta niha jî berdewam in. Dixwazin êzidiyan bê îrade bikin. Mînaka wê jî lêkirina dîwar e. Lê wê zarokên Şengalê her tim Şengalê biparêzin." BI DÎMEN 
 
*Gulbîn Demîrel ya ji Carrefoursa hat derxistin û ji sendîkaya ku endama wê bû piştgirî negirt, bi tena serê xwe berxwe da. Gulbînê ji bo 1’ê Gulanê jî peyam da û da zanîn ku ew ne mahkumê tarîtiyê ne. BI DÎMEN 
 
*Li ser xeta sînor ji ber gulebarana leşkerên tirk her roj bûyerên kuştin û birîndariyê tên jiyîn û di 6 salên dawî de di encama gulebarandina TSK’ê de 17 kesî jiyana xwe ji dest daye. Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê mijarê de axivî û da zanîn ku yekane armanca li vir ev e ku welatiyan ji gundê wan derxistin û koçber bikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên sendîkayî diyar kirin ku kedkar li her derê pirsgirêkan dijîn û jin li qadên xebatê rastî mobîngê tên û gotin wê di 1'ê Gulanê de li qadan bin. DÎMEN HEYE
 
*Andî Kocsondî ku di heyeta ku li herêmê Federal a Kurdîstanê ji aliyê Tirkiyeyê ve çekên kîmyewî hatiye bikaranîn, de cih girt û lêkolîn pêk anîn, diyar kir ku der barê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de hewl didin rêxistinên navneteweyî bikin tevgerê û got der barê îdiayan de planeke çalakiyê wê amade bikin. BI DÎMEN 
 
*Rojnameger Rojbîn Denîz der barê êrîşên Tirkiye  û PDK’ê yên li hember herêma Federal a Kurdistanê û rewşa dawî ya Şengalê de nirxandin kir û got li Şengalê beriya tofanê bêdengiyek serdest e.