Malbatên TAYAD'î hatin binçavkirin

  • 15:36 29 Nîsan 2022
  • Rojane
ENQERE - 9 TAYAD'î ku xwestin ji bo girtî Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ên di rojiya mirinê de li ber Wezareta Edaletê daxuyanî bidin ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. 
 
Malbatên TAYAD'î ji Stenbolê heta Enqerê ji bo girtî Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ên di rojiya mirinê de meşiyan. Malbatên TAYAD'î û welatiyên ku piştgirî dan wan xwestin li ber Wezareta Edaletê daxuyanî bidin. Li kolana Ziya Gokalp, polisan êrişê malbatan kir û 9 kesî binçav kir. 
 
Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: "Erkan Yildirim (birayê Gokhan Yildirim), Ferîdûn Osmanagaoglû, Nergîs Dogrû, Omer Akyel, Merve Demîrel, Ayşe Arapgîrlî, Taylan Sûngûr, Tûran Akdaş, Şengul Ûlûs.