Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Rêya bidawîkirina bêedaletiyê têkoşîn e

  • 16:51 28 Nîsan 2022
  • Rojane
ENQERE - Di meha 124'emîn a Komkujiya Roboskî de Hewldana ji bo Roboskî Edalet wiha got:"Rêya bidawîkirina bêedaletî û bêcezatiyê têkoşîn e. Heta hevrûbûn çênebe xwe gihandina demokrasiyê ne pêkan e. Roboskî sînorê demokrasî û dewletê ye. Heta ku edalet neyê Tirkiyeyê wê edalet neyê Tirkiyeyê ye."
 
Komkujiya Roboskî, di sala 2011'an li navçeya Qileban a Şirnexê pêk hat. Balefirên Tirkiyeyê, li gundê Roboskî 34 sivîl bombebaran kirin û ew kuştin. Hewldana ji bo Roboskî Edalet, di meha 124'emîn a Komkujiya Roboskî de li şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila kujer bên dîtin, qet careke din Robsokî pêk neyê" hat vekirin. 
 
Di daxuyanyê de ji damezrînerên Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp axivî û diyar kir ku 100 sal in rêveber, siyaset û pergal bêedaletî û bêcezatiyê diomînin û wiha got: "Rêya bidawîkirina bêedaletî û bêcezatiyê têkoşîn e. Heta hevrûbûn çênebe xwe gihandina demokrasiyê ne pêkan e. Roboskî sînorê demokrasî û dewletê ye. Heta ku edalet neyê Tirkiyeyê wê edalet neyê Tirkiyeyê ye."