Malbatên girtiyan ên li Wanê: Zarokên me serbest berdin

  • 14:43 28 Nîsan 2022
  • Rojane
WAN - Malbatên girtiyan li dijî astengkirina çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li ber Edliya Wanê gotin: "Nahelin ku em çalakiya xwe nobetê pêk bînin, heke wisa be bila zarokên me serbest berdin û em biçin mala xwe."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li ber Edliya Wanê berdewam kir. Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan çalakiya xwe pêk tînin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan, Murat Sarîsaç, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) a Wanê û gelek nûnerên saziyên sivîl ji bo piştevaniyê hatin ber Edliya Wanê. 
 
Li ber edliyê polîsan dora malbatan dorpêç kir û nehiştin daxuyanî bidin çapemeniyê. Lihemberî astengiyan dayika Botan Tîmûr ê girtî Aslihan Tîmûr axivî û got: "Em tenê ji bo pêkanîna edaletê li vir in. Tenê derdek me heye û em dixwazin Wezareta Dadê dengê bibhise. Heke hûn naxwazin em çalakiya 'Nobeta Edaletê' pêk bînîn, zarokên me serbest berdin û em biçin mala xwe." 
 
Malbatên girtiyan astgiya polîsan bi lêxistina çepikan protesto kir.