Jinan bertek nîşanî mobbinga şaredariya qayim dan

  • 14:25 28 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - DAKAP'ê têkildarî mobbinga Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li dijî jinan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin wê têkildarî mijarê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî bikin û ew ê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Platforma Jinê ya Dicle Amedê (DAKAP), têkildarî mobbinga Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li dijî jinan xwest li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniya çapemeniyê bide. Lê belê bi hinceta malê cemaweriyê ye ev yek ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinan jî daxuyanî li hemberî şaredariyê dan. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Demildest zext û sirgunên li dijî kedkaran bidin sekinandin" hat vekirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Jinê ya Rosayê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), KESK û saziyên jinan ên li bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Serap Baysal ve hat xwendin. 
 
Serapê bertek nîşanî moobingê da û ragihand ku xebatkarên şaredariyê tên sirgunkirin, peymanên wan bê hincet tên feshkirin û got wê têkildarî mijarê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî bikin û ew ê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.